11

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 18 Xulek  1367 Dîtin

beyanî ke cwamêr le xew hesta řwanî cêgay sêyemî jûreke hêşta her çołe bełam şaho şanî dadawete ser serîne berzekey û fîşey cigerey dêt. beyanî başyan le yek kird.

cwamêr pirsî:

― kwan cema’et kesyan dyar nîn! to biłêy ta key danîştibin?

― beřastî minîş wekû toy lê ezanim, ewende agadarî hełsan û danîştinyan nîm. zorî bo çawpêkewtinî to hatim, be dił tasem ekirdît.

cwamêr beterîqîyekewe witî:

― supast ekem, xoş bî ya xwa. îtir biłêyn çî ewe dinyaye. nazanim çon biřoyn û xawen‌mał lekwê bidozînewe? hîç nebê mał’awayîyekî lê bikeyn. lam waye çaktir eweye hełî nesênîn le xew, bêguman ta direng nenustûn!

şaho henaseyekî hełkêşa witî:

― arezûy toye çon ełêyt wa ekeyn.

eman lem qisaneda bûn kiçêkî de dwanze sałe dergay jûrekeyanî kirdewe witî:

― nafermûn demuçaw bişon ta berçayîtan bo bihênim, ya ḧez eken binûnewe?

cwamêr witî:

― berê wełła emanewê demuçaw bişoyn û îtir hîç pêwîst be berçayîxwardin nakat.

jinêk kewa dyar bû lewdîw dergakewe westabû witî:

― çon bê berçayî eřon xo małe dom nîye. kawe pêy witîn ke hełî sênîn, ca eger efermûn ba xeberî bikeynewe.

cwamêr witî:

― na xuşkim pêwîst be hełsandinî kake kawe nakat, xwa çî dawe bomanî bihênin eyxoyn û eřoyn. ferqî çîye xoman xawen‌małîn.

řûy kirde kiçekey û pêy wit:

― toş kiçołekem şwênî dest û çawiştinman nîşan bide!

cwamêr û şaho bêdeng berçayîyan kird û maławayîyan le afreteke kird kewa dyar bû jinî kawe bû. hatne derewe.

çend hengawêk le małeke dûr kewtibûnewe şaho witî:

― be lay minewe gunahêkî gewreye lawanî em nîştimane dagîrkirawe le katêkî wa tenganeda, ke dujmin destî nawete bînî û pêwîstî be dwa çořî guř û tînî nabayextirîn kes heye, şewgar bem core beser berin!

cwamêr her bo ewey şaho wa tê negat ke gwêy le qisekey negirtuwe pirsî:

― boçî emane kesyan le bizûtneweda her hîç core hawkarîyek naken?

― řenge carubar pîtakêk, şitêk biden ya bo şewê dû şew penay xebatkerêk biden egîna baweř nakem hîçî ke biken.

cwamêr wek pakane bo xoy bikat witî:

― ê kewate serzenişt kirdinekeyanit nextê tunde, kała le qed bałaye, řenge her ewendeyan ledest bêt!

şaho nextê be girjî witî:

― nexêr em çeşne kesane bepêy ḧał û małyan le wizeyana heye gelêk lewe zyatir yarmetî biden, cige lewey nalebarîy kar û diřindeyîy dujmin û giranîy erkî şořş eyxate estoy hemû řołeyekî diłsozî em nîştimane ke zor zyatir le twanay xoşyan teqela biden lepênawî xebatî řizgarîda. wekû ezanît twanay însan eger be başî û be dił û řêkupêk bixrête kar twanayekî bêsnûr û bêpayane.

cwamêr leserxo witî:

― herçonêk bêt be bîrî min řeway heq nîye bem çawe tîjew em ḧisabe wirde legeł em çeşne kesaneda bikirêt, kewa dyare xoyan bebaşî hest be erk û fermanî nîştimanî û neteweyîy ser şanyan naken. bepêçewane pêwîste leser wişyaran lebrîtî serzenişkirdin û tanût lêdan diłyan řabgirin û wekû minał byanlawênnewe û legełyan xerîk bin ta ew hestkirdneyan řast ebêtewe û egate astî pêwîstî xoy. ewsa ke le xem eřexsên, etwanin nek her wirditrîn ḧisabyan legeł biken, gewretrîn fermanîşyan pê bispêrin. çunke be lay minewe, kałay fîdakarî û lexoburdin le qed bałay hest pêkirdine nek hîy mał û ḧał. boye pyaw etirsê lewey, ke le řûy bê hestîyewe legeł ew zebruzeng û zordarîyey dujminan em hemû serzenş û pilar û twancey dostanîşyan pê hełnegîrêt. lûs û barîk tengey lê bikenewe û biłên: ême kerî em bare nîn. tifî xotan biken û biřon!

cige leme be lay minewe pyaw nabêt le çawî xoyewe seyrî xełk bikat û hîç ḧisabêk bo twana û ledestihatin û barî taybetî û giştîyan nekat. řenge hendê lemane betewawîş hest be pêwîstîy serşanyan biken, bełam leber hendê ho netwanin wekû yekêkî tir be serumałewe û serumiř xoyan bihawêjne gêjawî em xebate xwênînewe. lem qisane nyazim ewe nîye kewa pakane bo gelor û gendepyawan bikem. bełam lam waye ebê le pêş eweda ke ḧukim beser yekêka bideyn her seyrî diłî xoman û bîrubaweřî xoman nekeyn. ebê lebarî serincî ewîşewe temaşayekî şit bikeyn. we ke wîstiman bo çakkirdinî hewł bideyn lew barî serincewe tê hełçîn. cige leme le xiraptirîn berawridkirdina kurd witûyetî:

«mûyek le beraz bibêtewe her başe!».

cwamêr ke le qisekanî buwewe bebaşî têgeyşit kewa parêzgarîy xoy ekat nek hîy kawe û ewan ...

şaho paş îstêk witî:

― tenya leweda legełit nîm ke ełêyt mûyek le beraz bêtewe her başe.

řaste başe, bełam ême emane be beraz nazanîn û eger be berazman bizanînaye ew muwe pîsey ewanîşman ne’ewîst, sed car pêşînanîş wayan butaye, ême emane be xo ezanîn û le xomanyan cya nakeynewe, yan her hîç nebê ta êsta cyaman nekirdûnewe, boye ebê ewende mûman bidenê ke dujminî pê bixinkênîn. cige leme têkřa qisekanî ketim bedłe.

dway îstêk her bo basgořîn cwamêr pirsî:

― erê beřast xo pêt newtim êsta çî dekeyt û çon ejît?

― şaho henaseyekî hełkêşa witî:

― xot ezanî ewe bû katî xoy leber nebûnî wazim le xwêndin hêna û legeł bawkim be małewe çûyne şarî «m». paş beynê xwa pyawêkî başî bo řexsandîn, bawkimî lay xoy û minîşî le kompanyay «c» damezrand. bem çeşne tozê bûjaynewe, ta pêrar bawkim êwe xoş.

minîş benaçarî milim daye ber bexêw kirdinî bira û xuşkekanim. par kirêkaranî kompanya biřyaryan da ke man bigirin bo wergirtinewey nextê le heqî xuraw û berî řencî birawî xoyan. bełam lebatî ewey heq wergirîn hendêkyan lê girtîn û jimareyekî zorîşyan lê derkirdîn!

minîş ber kewtim, ewsa be naçarî «m»m becê hêşt û hatînewe êre.

êsta le małî bapîrmayn jûrêk û ber heywanêkyan dawînê têy xizawîn, bew dû pûley kom kirdibuwewe ejîn, bełam jyanêkî kulemergî, hîç tirûskayîyekîş leber demma nabînim.

lêreda geyştine serî dûřêyanê ke ebû cya bibnewe.

cwamêr serêkî ba da û witî:

― xwa çakî kat!

― xwa çakî nakat ta xot çakî nekeyt. ełêyt çî legełit bêm ta lay małî lawe, xo pêt naxoş nîye?

― na, bepêçewane zor zorîşim pê xoşe. bełam ḧez ekeyt ba be kołanana biřoyn hem dûrîş ekewînewe û hem kemtirîn xełkîş emanbînê.

― başe arezûy toye.

maweyek bêdeng řoyştin. cwamêr bîrî lewe ekirdewe kewa paş em daway legeł hatin kirdiney şaho, bêguman bo małî kawe hatnekeşî herwa bo çawpêkewtinî řût nebuwe, bełam ebê bo çî hatbê bo lay û çî lê bwê! hergîz ewende gêl nîye daway yarmetî lem bikat!

wek şaho agay le bîrkirdinewekey cwamêr bêt, lêy nizîk buwewe û be çirpeyek, ke çołîy kołaneke zor bê cê pîşanî eda, lêy pirsî:

― başe kake cwamêr wa ber bûyt û hatîtewe nawman, ey nyazit heye lemewla çî bikeyt?

cwamêr wek yekêk byewêt le weramdanewe hełbêt witî:

― carê to xot kewa ewe sałêke hatûytewe nazanî çî bikeyt, ey minê kewa hemûy hefteyek nabê geřamewe çon wa zû geyştibme biřyarêk!

şaho witî:

― qiseket zor becêye, bełam min biřyam dawe çî bikem (nextê dengî nizmitir kirdewe), witî: min biřyarim dawe têkełî şořş bibim û çarenûsî xom bibestim be çarenûsî gelekemewe.

cwamêr paş îstêkî baş witî:

― hîwam heye serkewtû bît.

şaho bêbakane witî:

― supast ekem, bełam eger serkewtûş nebim minîş wekû ew hezaran kesey tir. egerçî hîç gumanîşim leweda nîye ke le dwayîda her serkewtû ebîn!

nextêkî tir bêdeng bûnewe, cwamêr le diłî xoya peşîman bû lewey ke řêy da şaho legełî bêt ta małewe, ebû pêy biłê karêkî taybetîy xoy heye û lêk cya bibnewe, çî dawe lem çeşne qisewbase. lepiř şaho witî:

― ewe min kakî xom, ey to nyazit çîye?

cwamêr dway îstêk bedûdłîyekewe witî:

― min! min hêşa hîç biřyarêkim nedawe! carê nazanim!

― nabê, çon? qey nakat biřyarêkî tewawit nedabêt, bełam her şitêkit le mêşkî xota gełałe kirduwe. to biłêyt be dirêjayîy em de sałe bîrêkit le dwařojî xot nekirdibêtewe? ełên zîndanî her be hîway dwařoj sał ebat ser, betaybetî dwa sałî herxerîkî pîlandanan ebê bo paş derçûnî.

le katî qisekirdinî şahoda, çend car hat be bîrî cwamêrda ke pêy biłê: de bîbřewe, bawkim bîbřewe! řûy nehat, keçî ke le qisekeya geyşte êre. lebatî ewe witî:

― řaste, řaste, qisey toye.

êy! kewate êste nyazit çîye kakî xom?

―nyazim eweye hewł bidem parûye nanim des kewêt legeł jin û kuřekem le qujbinêka serî xoman kiz bigrîn, dest bigirim be kiławî xomewe ba neybat û xerîkî xizmetî ewan bim. zorim daxî kirduwe be gerûyana, boye emewê hoyan bo bikemewe, ew jyaney mawme lepênawî bextyarî û xoşîy ewana bextî bikem.

şaho, herçende le seretaşewe bexoladanî cwamêr le wełamdanewey řastewxo şitêkî le dił geřabû, bełam be tewazi’ û kemdûyîy bo lêk dabuwewe, leber ewe ke em qisaney wa bebê pêç‌wipena bo kird wek le banêk berî bideytewe wa bû. çunke be hîç corêk legeł qise piř diłsozî û jîranekanî pêşûya ne’eguncan. paş nextê tasbirdinewe, serêkî ba da û lêwêkî hełqurtan û bêdeng çawî biřye çeqî řêgake.

cwamêrîş, zortirî wekû ewey nařezayîyekî derûnî xoy berbest bikat, nextê be tûřeyî û girjî witî:

― çîye, wa dyare qisekanit bedił nîye? ey gwaya çî bikem? biłê bizanim çî tirim le dest dê?

şaho leserxo pirsî: carê to pêm biłê ewey witit nyaze yan biřyar?

cwamêr paş îstêkî kurt beşpirzeyî witî:

― bo? ferqî çîye? eweye îtir, nyazim, biřyarim, awatim, hemû şitêkim her ewete!

şaho bêbakane witî:

― seyre! çon êste to, dway de sał ḧepsî û kwêrewerîy bêtawan, biřyarit dawe bigeřêytewe naw mał û minałî xot? her wekû ne bat dîbê ne baran! beřastî diłêkî seyrit heye!

cwamêr dway nextê bêdengîy girj, kewa nîşaney zoranî hêz û arezûy têkeł û pêkełî cyawazî dił û derûnî, aşkira dyar bû, pekkewtuwane witî:

― ey çarem çîye? wa nekem çî bikem? be lay xomewe eme řêgey here çak û řaste bo dwařojim. hîç çaryekî kem nîye û leme bewlawe kwêreřêyekîş bedî nakem, serim lê têk çuwe, agam le hîç nemawe.

nek kes her hîçîş nanasmewe, dinya hemûy gořawe, minîş wek esḧabî kehfim lê hatuwe. başe ey eger wa nekem çî bikem! em qisaney cwamêr kewa zortir binkendî û hereshênanî biřyarekey pîşan eda, hîwayan le diłî şahoda jyanewe û beřûyekî geşewe witî:

― carê to lewe bigeřê ke min pêt biłêm çî bikeyt, çî nekeyt. ba lepêş hemû şitêka serincê bideyne ew řêgayey be lay towe řêgey here çak û řast û asane bo dest pêkirdinî jyanî tazet, bizanîn wekû to boy çûy waye? yan her řast pêçewaney boçûnekey toye? ba her le sełda pya bêyn. carê ew paruwenanet lekwê dest ekewêt? yekêkî wekû to, daxî de sał zîndanî syasî be textî tewêłewe, be temay çi paruwenanêke? kê kar eda be to? kam xawen‌kar amadeye, şwênkarekey xoy bixate jêr çawdêrîy hemîşeyîy polîsî syasîyewe, leber çawî kałî mał û minałî kake cwamêr gyan? eme hemûy le katêka kewa hîç xawen‌karêk nîye be hoy em şeřewe karî nekewtibête kizî û tûşî tenguçełemey abûrî nebûbêt û her mange jimareyek le kirêkare konekanî kem nekatewe û le hel û behane negeřê bo ewey lewanî keş xoy řizgar kat û dergay kargey lê daxat û ew sermayeyey mawyetî leserxo bîxwat. eme eger ḧikûmet dergay kargedaxsitinî bo nekat be mangirtin û hawkarî le kirdewey şořişgêraneda û neyxene kampî gîrawekanewe. eme paruwenan. xo ew qujbineş ke etewê têy bixzêyt û serî xotî tya kiz bigrît, kwa le seranserî wiłata qujbinî wa mawe ke pyaw xoy tya ḧeşar bidat, hey małwêran! lepaşa nyazit lem serî xokzigirtine çîye? eger nyazit ewe bêt ke xot le polîsî syasî bişarîtewe ewe dûy kiławî babirdû kewtûyt! le her şarêk bît, le her qujbinêka xot mełas keyt, lay eman wekû le bendîxaneda kewtibî wehaye. îsteş eger em çend řoje ełêyt wa lêt geřawin û gwêt nadenê, eyanewê xot û dost û nasyawekanit hêmin bikenewe û tiristan derçêt, beşkû le helî xoya çend nêçîrêkî başt pê řaw biken. eger leber eme nebwaye êste wekû sêber bedûtewe ebûn.

cwamêr, kewa ḧepesaw, gwêy le qisekanî şaho girtibû witî:

― tê nagem polîsî syasî çî le min ewêt! milyan bişkê ba her bedûmewe bin. ke min hîç nekem û le hîça nebim û destim girtibê be kiławî xomewe çîm lê eken?

cwamêr witî: ba lem kołanewe biřoyn ta qisekanman tewaw bikeyn.

paş îstêk şaho witî:

― lam waye xoşt bebê gîrugirift pê lewe enêyt ke herçî çonêk û herçî çendêk dest be kiławî xotewe bigrît, natwanî ewendey pêş girtineket tund dest bem kiławe şiře sûkey êstatewe bigrît. keçî ewe bû dît çon ew hemû goşegîrî û le xełk xodûrxistinewe û le areq û qumar xo nuqum kirdinet, ke xełk wekû nimûne bo seyr eygêřnewe, be kełkî hîçit nehatin, birî řojêkit nekewtin. benaheqî, nagunah de sał hawîştyanîte kunî zîndanewe. eme ewsa ke hêşta her nawîşyan ne’ezanît. ey êste çon etwanî eme bikeyt kewa be yekê le serkirdekanî xopîşandane xwênînekey 25y tişrînit ezanin? we kewa leser ew de sał ḧukim dirawî? eweşt bîr neçê ke ew sayey toyan ḧukim da û gwêyan nedaye destî tund be kiławewe gîrawit, dujmin le heřetî guř û fîzya bû, împiryalîzim be ḧisabî xoy taze be serkewtûyî le şeř hatbuwe derê û way ezanî dinyay bo text buwe. bizûtnewey nîştimanî be ḧeçulûrî seg û kirdewey çend gêreşêwên û minałutał û hełmetekaseyek ezanî. lay wa bû ke her bewey êsqanê bihawête berdemî hendêkyan û darê bimałê be hendêkî tiryana, îtir bizûtneweke tefrutûna ebêt û dinyay bo ebêt be mastî meyîw. bełam ey êste çon kewa le seranserî wiłata agirî şořş ber botewe û le her çwar lawe gulle ebarê be serya û le hemû cêyek jêr pêy řo eçê û wekû segî harî çwarçawî lê hatuwe û sêberî xoşî lê buwe be dujmin, êsta em qiseyey to her xeyałî xawe û xewî bengikêş! be şeq‌ destit le kiław pê ber eden û nek her eyden bedem řeşebawe, ey hawêjne naw agirî nêłenêłî şořşîşewe. nek her betenya kiławeke, bew sereşewe ke tyayetî.

şaho pişûyekî da û serincêkî cwamêrî da bo ewey le karî qisekanî xoy bikat. bînî be endazeyek dił û gwê û hoşî dawete qisekanî, ew musłimane pake sadeyey hênayewe bîr ke gwê bo mela şil ekat le katêka kewa basî naxoşîy gořewşar û tîn û tawî agirî cehennemî bo ekat. ke zanî desřêjekey ber cêgey karîger kewtuwe, bêbezeyî leser hêrşî xoy řoyşit û witî:

― ca leber eme be lay minewe dûr nîye ke em xewne xoşey to, le katêkî asayî û şwênêkî taybetîda, le hezar kesa yekêk bitwanê bîhênête dî. bełam le katêkî wa agirbaran û axoran û bixorana le wiłatêkî wekû emey êmeda, ke buwe be dû beşî betewawî le yek cyawazewe, dû beşî be xwênî serî yek tînû, beşêkî destey dujminanî nîştiman kewa le hêzî řastewxoy împiryalîzim û koneperiste xayn û nokere nîştmanfroşekan pêk hatuwe, ewî keşyan berey bizûtnewey azadkirdinî nîştimanîye. a lem řojeda, le wiłatî êmeda goşegrî û dest be kiławî xowegirtin, ne şwên û ne katî baskirdinyan heye. cige lewey ke hîç yekêk lem dû desteye lêt nageřên bew core bimênîtewe, ta tenanet nayełn bibî be «kabray le herdû cejin bû»ş. etxene naw dû şîwenewe, ewyan etgirê çunke nawit lay pîse û destî legeł têkeł nakey, emîşyan be xayenit da’enê çunke legełya nît û bem qise û base diłsardikerewanet hêzî lê etekênîtewe û dujminî behêz ekey. boye serencam hîç çaret namênê, ebê layek bigrît. ew layey pêwîste yekêkî wekû toş bîgrêt, ewende zanraw û dyar û aşkiraye, tenya nawbirdinîşî cinêwpêdan û bekerdananêkî řast û řewane, dûr le řûy to.

cwamêr be dengêkî matî giř witî:

― bełê bełê, zorbey qisekanî to becên, bełam min ḧałim xirape, nazanim jin û małekem çîyan lê hatuwe? nazanim çîyan lê bikem? zor bêkes û bêderetanin. gelê kwêrewerîyan dîwe le nawçewanî minewe, ewende heqyan leserim heye ke her hîç nebê dûçarî derd û meynetî keyan nekem!

şaho wekû şitê matemînîyek day girt. paş nextê, be dengêkî piřbezeyî leserxo, witî:

― kakî xom! jin û minałî toş wekû hîy em hemû xełkey kewa beşî here zoryan sałehay sałe bedest birsêtî û nexoşî û nebûnîyewe enałênê bebê ewey ke hîç şitêkyan beramber be dujminîş kirdibê, ke bigutrê boye em derdaney kirdûn be gija.

lêreda zor nizîkî małî lawe bûbûnewe, cwamêr ḧezî nekird pêkewe biçne ber dergakeyan, boye řawesta. şahoş leser qisey xoy řoyşit:

ca ke ḧałeket eme bêt, ewaney kwêrewerîy mał û minałyan û kujran û lenawçûnî xoyan û kesukaryan le řûy ew xebatewe bêt ke lepênawî řizgarî û serberzî û kameranîy nîştiman û gelda eyken, ewane fîdakarîyekeyan lepênawî azadkirdin û şadkirdinî mał û minałî hemuwanaye, lepênawî sendinewey heqî xura û wiłatî dagîrkirawî giştimanaye, boye ebê şanazî biken bew kwêrewerî û derd û meynetî û kujran û gîranewe, ke tûşî ebin.

şaho pişûyekî da, seruçawî zerdihełgeřaw û girjî cwamêrî seyr kird, bezerdexeneyekî xoşewe witî:

― ha, ewe bîr le çî ekeytewe?

― bîr le xom, le to, le gel, le nîştiman, le minałekanim, le minałî xełk, nazanim û tê nagem, serim lê şêwawe! herçonêk bêt řabwardin û qisekanman xoş û bekełk bûn. xwat legeł, hîwam heye zû çawman be yek bikewêt.

şaho be řêwe be xoy ewt: ewey ke legeł deskewt û zyanî xota bîr le hîy xełk û gelîş bikeytewe, hengawêkî gewreye berew dozînewey řêy řast bo yekxistin û pêkeweguncandinî deskewtî xot û gel û pêkewebestinyan. kewate řast ekat cwamêr, řabwardin û qisekanman bekełk û xoş bûn û ebê zû zû yektirî bibînînewe.