mîrza legeł eḧwałî xoy dwawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
2 Xulek
494 Dîtin
êste min çawim, leber zarî û fîẍan, kem bîn buwe
qametîşim, wa le sayey mîḧneta çîn çîn buwe
wek fener kewtote ser yek, xem buwe elfî qedim
řûy syam me’lûm be tayî mûy sipîm perjîn buwe
hênde carî bû le çawim, eşkî xwênînî ciger
wa dezanim cuz’îyê bew eşke řûm řengîn buwe
çî legeł wez’î zemane û çerxî dûnperwer bikem
bê xeta lêm bote duşmin, diłřeq û sengîn buwe
waqî’en çerxî felek her ’eksîye, dewranî ew
çunke eḧwałî wehaye? lay xuda řûy şîn buwe
bem hemû cewr û cefa, hîcir û xem û řencurîyeş
wa le sayey lutfî «mewla»we, diłim te’mîn buwe
munteha penc û dû řojêkim eger mabê emel
min le ’umirim nîk û bed řojî ezel, te’îyn buwe
şewket û şe’in û şeref, ’eyş û nîşatî cawîdan
wa le sayey aşyaney ẍewsewe teḧsîn buwe
ger le jêr sayey lîway ew şaheda, řêm des kewê
qet be dił nałêm le dunyada, ḧeyat û jîn buwe
jînî dunyay wa be ḧesret? ba nebê, her wek nîye
sa’etê bo kes subatî, fêrî mekir û kîn buwe
derdî pîrî û îxtyarî, nî’metêkî nadre
şukirî nî’met key tewaw kem, tałe bom şîrîn buwe
derdî pîrî, řeḧmete, çun ḧeq îradey pê heye
negbetim lê nageřê, lêm swarî esp û zîn buwe
wek çete her dem, se’atî sed keřet dewrim deda
zor be cîddî lêm xerîke, bimkujê ew bedxuwe
«xałe mîrzaNasnava edebî», bem hemû derd û ẍem û hîcranewe
negbetîş lêy nageřê, bêçare, xoy dabîn buwe