barî nahemwarî nîştiman
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
2 Xulek
465 Dîtin
le des wez’î zeman yaran, diłim asîmeser mawe
le kirdarî keçî gerdûn, felek ḧeyran û şêwawe
çi eḧwałe xudawenda, kewa ’alem be yekbare
le yektir dujminî xwênîn, diłî îslamî gořawe
be qewlî fasîdî ’alem, tebedul bû diłî xwêşî
nema meyl û muḧîbbet, řuşteyî namûsî şorawe
esef bo mîlletî kurdî ke ẍîret ḧasłî kurde
le cêy namûs û ẍîretyan, hemû sû’î emel mawe
dełên: řuknî şerî’et řesme bo em mîlletî kurde
keçî êstake bo cîve ne kurd mawe, ne dîn mawe
çi xakê kem beser, ya řeb, biłêm çî? çon xełasîm bê?
le des em qewme bê meẍze, nemênim min lemewlawe
dirêẍ bo ḧałetî kurdî ke bote mebḧesî her kes
ke ferqî nîk û bed naka le bê eqdamî westawe
subatî bo nîye řojê, leser qewl û qerarî xoy
leber buxil û ḧesadet, kwêr buwe zîhnî peşokawe
’ecem baze girohêkî û kemêkî mawe diłsoze
be mułk û mîlletî kurdî çi karêke, ke qewmawe
gehê te’qîb û îstiqbalî turk û gahê îngirêze
çi fikirî mîlletî naka, çilon dawêke tenrawe
werin beşqî xuda fikirê le ḧałî kurdewarî ken
be cem’îyet, be yekřengî eger serřişiteyî mawe
ke bełkû mułk û mîllet cuz’îy te’mînî ḧasił bê
heta lem wez’e dewrane, heta em dawe nepsawe
be qewlî bê newayîm ken, eger ḧeddî cesaretme
fîdayî qewm û mîllet bê, «ẍefûrNasnava edebî» lem jîne torawe