bab 4

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  309 Dîtin

1) û destî pê kird dîsan be te’lîmdanê lekin beḧrî û xełkêkî zor lekin ewî xiř bûnewe weha ke wejûr gemêyekî kewt û leser beḧrê řonîşt û hemû xełkeke lekin beḧrî leser erzê bûn.

2) û ewanî çitanî zor te’lîm da be meselan û de te’lîmî xoyda be wanî gut:

3) «bibyên, eweta toçên weder kewt ke toy biçênê.

4) û bû ke wextêkî toy deçand hêndêk kewte ser řêy û teyřan hatin û ewyan xward.

5) û hêndêk kewte ser cêyekî berdawî le kwê ke giłî zorî nebû û zû řwa çunke erzî qułî nebû.

6) û ke řoj hełat sûtandî û çunke řegî nebû, wişk bû.

7) û hêndêk kewte nêw diřwan û diřwan hełçûn û ewyan xinkand û berî neda.

8) û hêndêk kewte ser erzî çak û berî hêna ke weder kewt û gewre bû û heta yek û sî û yek û şêst û yek û sedî biřî.»

9) û kutî: «her kes ke gwêy bîstinî heye, ba bibyê.»

10) û ke betenê bû, ewaney ke le dewrî wî bûn, degeł ew dwazdane, lêyan pirsî le meselan.

11) û be wanî gut: «be engo dirawe ke sîřřanî padşayetî xułay bizanin, beła bo ewaney ke le derên be meselan hemû çit debê.»

12) hetakû be dîtnî bibînin û nenasin û be bîstinî bibyên û nafamin, neba wergeřên û bibexşirên.

13) û be wanî gut: «erê ew meseley nazanin? we çilon hemû meselan dezanin?

14) toçên kelamî deçênê.

15) û ewane ewanen leser řêy, cêyekî kelam deçêndirê û wextêkî debyên cêbecê şeytan dê û ew kelamey çêndiraw de diłî wanda la deba.

16) û her wa ewane ewanen ke leser cêy berdawî çêndirawin, ewaney ke wextêkî kelamî debyên, cêbecê be xoşî ewî qibûł deken.

17) û hîç řeg de xoyanda nîye, beła demêkî demênin. le paşan wextêkî tenganey yan ezyet, leber ew kelamey peyda debê, cêbecê hełdengiwên.

18) û ewey dîke ewanen ke le nêw diřwan çêndirawin, ewaney ke kelamî debyên;

19) û xemî ew dinyayey û firîwî mał û arezûy çitanî dîke wejûrî wan dekewn û kelamî dexnikênin û bê ber debê.

20) û ewane ewanen ke leser erzî çak çêndirawin, ewaney ke kelamî debyên û qibûłî deken û ber dênin, be sî û be şêst û be sed.»

21) û be wanî gut: «meger çira dê ke lebin kîley yan lebin textî dandirê? erê nabê leser pêçra dandirê?

22) çunke hîç çitêk şardiraw nîye ke aşkira nebê û çitêk be dizî nebuwe ke nête derê.

23) eger kesêk gwêy bîstinî heye, ba bibyê.»

24) û be wanî gut: «temaşa biken ke çî debyên, be her pêwaneyekî ke depêwin, bo engo depêwrê û zyad bo engo dekirê.

25) çunke her kes ke heyetî be wî dedrê û her kes ke nyetî ewey ke heşyetî lêy destêndirê.»

26) û kutî: «her waye padşayetî xułay, wekû pyawêkî ke toy bawête ser erzê.

27) û denwê û hełdestê şew û řoj û to deřwê û biłind debê û ew nazanê çilon.

28) erz le xoyewe ber dênê, hewełê gya, le paşan guł, le paşan denkî twaw de gułîda.

29) û wextêkî ber geyştewe cêbecê das denêrê çunke dirwêne geywe.»

30) û kutî: «padşayetî xułay çilon beranber bikeyn? yan be çî meselêkî ewî binwênîn?

31) wekû denkêkî xerdel ke wextêkî le erzê biçêndirê çikoletre le hemû toyan leser erzê.

32) û ke çêndirawe weder dekewê û gewretir debê le hemû şînawerdan û likanî gewre der deka weha ke teyřanî asman detwanin lebin sêberî wî hełbinîşin.»

33) û be meselanî zor wekû ewane kelamî bo wan qisey dekird beqed ewey ke bitwanin bibyên.

34) û bê mesele qisey degeł ewan nedekird, beła betenê hemûy bo şagirdanî xoy beyan dekird.

35) û dew řojeyda, ke êwarê bû, be wanî gut: «ba bipeřînewe ew berî.»

36) û ke ew xełkeyan merexes kirdibû, ewyan hełgirt her wekû de gemêda bû, û çend gemêy dîkeş degeł ewî bûn.

37) û gêjîyekî gewrey bay bû û şepolan lenêw gemêyan deda weha ke gemê piř debowe.

38) û ew le dwawe leser senîrêkî nûstibû. we xeberyan hêna û be wîyan gut: «ey mamosta, erê eto derbend nî ke eme hîlak debîn?»

39) û hełsita û heřeşey le bay kird û be beḧrî gut: «bêdeng be, lał be», û ba sakin bû û aramîyekî gewre bû.

40) û be wanî gut: «boçî wa tirsenokin? çilone ke îmanû nîye?»

41) û be tirsêkî gewre tirsan û be yektiryan gut: «dena ewe kêye ke ba û beḧrîş îta’etî wî deken?»