bab 3

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  322 Dîtin

1) û dîsan çû kenêştî û pyawêk lewê hebû ke destêkî wişkî bû.

2) û lewî syadTeksta ne aşkira bûn ke eger de şemoyda saẍî bikatewe hetakû gileyî lê biken.

3) û bew pyawey ke deste wişkekey bû, kutî: «hełsite nêwê.»

4) û be wanî gut: «erê diruste de şemoyanda çakekirdin yan xirapekirdin, xełaskirdinî gyanêkî yan kuştinî?» beła ewan bêdeng bûn.

5) û be řiq temaşay dewrandewr le wanî kird, xemnak leber ẍelîzîy diłî wan û bew pyawey gut: «destit dirêj bike.» û dirêjî kird û destî wî saẍ bowe.

6) û ferîsyan zû weder kewtin û degeł hêrodîyan zîddî wî tegbîryan kird ke çilon ewî hîlak biken.

7) û yesû’ degeł şagirdan xoy bo kin beḧrê kêşa û xełkêkî zor le celîlî û le yehûdîye wedway wî kewtin.

8) û le urşelîmî û le edumîye û lewlay urdin û le dewrî sowir û sîdûn, cem’êkî zor wextêkî bîstyan çend çitanî gewrey dekird, hatne kin ewî.

9) û be şagirdanî xoy gut ke gemêyekî çikole bo wî ḧazir bê leber xełkî hetakû ewî řêk nekuşin.

10) çunke zoranî saẍ dekirdewe weha ke be ser ewîda dekewtin ke destî lê biden her kamêkî derdyan bû.

11) û řuḧanî pîs ke temaşay wîyan dekird le pêş ewî dekewtin û hawaryan dekird, deyangut: «eto kuřî xułay.»

12) û heřeşey zorî le wan kird ke ewî aşkira neken.

13) û çû ser kêwî û ewaney ke wîstî bangî kird û çûne kin ewî.

14) û ew dwazdaney ta’în kird ke degeł ewî bibin û ke byannêrî bo we’zikirdinê.

15) û ke ḧîkmatyan bibê bo wederxistinî cinnan.

16) û ew dwazdaney ta’în kird û şem’ûnî pîtros nêw na.

17) û ye’qûb kuřî zebdî û yuḧenna biray ye’qûb û ewanî بûûەانەرْcîsErebî nêw na ye’nî kuřanî girmey.

18) û endirîyas û fîlîpos û bertolumay û meta û toma û ye’qûb kuřî ḧelfî û têdî û şem’ûn qanwî.

19) û yehûda êsxerîwtî ke ewî teslîm kird.

20) û hate małêkî û dîsan xełkî xiř bûnewe weha ke neyandetwanî nanîş bixon.

21) û ke nîzîkanî wî bîstyan, weder kewtin ke ewî bigirin, çunke kutyan bêhoş buwe.

22) û xwêndewaran ke le urşelîmî hatbûn kutyan ke be’lezbulî heye û ke be meznîy cinnan, cinnan der deka.

23) û ewanî bang kird û be meselan be wanî gut: «çilon detwanê şeytan, şeytan der bika?»

24) eger padşayetêk leser xoy cwê bibê ew padşayetîye natwanê řabwestê.

25) û eger xanûyêk, leser xoy cwê bibê, ew xanuwe natwanê řabwestê.

26) û eger şeytan leser xoy hełbistê û cwê bibê ew natwanê řabwestê beła axîrî debê.

27) beła hîçkes natwanê wejûr małî saḧîb quwetê bikewê ke esbabanî wî tałan bika meger ew saḧîb quwetey hewełê bibestê û ew wextî małî wî tałan bika.

28) řastî be engo dełêm: ke hemû gunaḧan be binî ademê debexşirên û kifran her çendêkî kifir biken.

29) beła kesêkî ke zîddî řuḧulqudus kifir biłê, bo wî bexşîn nîye heta ebed, beła xetadare be gunaḧî ebedî.

30) çunke kutyan: «řuḧî pîsî heye.»

31) û dayk û birayanî wî hatin, û ke le derê řawestabûn nardyane kin ewî û bangyan kird.

32) û xełkî le dewrî wî řonîştibûn û be wîyan gut: «eweta dayk û birayanit le derê le to degeřên.»

33) û be wan cwabî da û kutî: «dayk û birayanî min kên?»

34) û temaşay ewanî kird ke le dewrî xoy řonîştibûn û kutî: «eweta dayk û birayanî min.

35) her kes ke îradey xułay becê bênê, ewe bira û xuşk û daykî min.»