bab 2

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  518 Dîtin

1) û le paş çend řojan dîsan hate kefernaḧumî û bîstira ke de małêdaye.

2) û zoran xiř bûnewe weha ke îdî le ber derkeş cê nema, û kelamî bo wan qisey dekird.

3) û hatin û îflîcêkyan dehêna kin ewî ke be çwar kes hełgîrabû.

4) û ke neyantiwanî nîzîkî wî bin leber xełkî banyan hełdiřî le cêyekî ke ew lêy bû. we ke kunyan kirdibû doşegî ke ew îflîcey têda kewtibû dayanhêşte xwarê.

5) û ke yesû’ baweřî wanî dî bew îflîcey gut: «řołe gunaḧanî to bexşirawin.»

6) beła çend kes le xwêndewaran lewê řonîştibûn û de diłî xoyanda fikiryan dekird.

7) «boçî ewe wa qisan deka? kifir dełê. kê detwanê gunaḧan bibexşê bêcge le yekêkî ye’nî xuła?»

8) û yesû’ cêbecê de řuḧî xoyda zanî ke ewan de xoyanda wa fikiryan dekird û be wanî gut: «boçî ewey de diłî xotanda fikir deken?

9) kêhe hasantire ke be îflîcî biłêy: «gunaḧanî to bexşirawin» yan ke biłêy: «hełsite û doşegî xot hełgire û bigeřê.»

10) beła hetakû engo bizanin ke kuřî însanî ḧîkmatî heye leser erzî ke gunaḧan bibexşê, bew îflîcey gut:

11) «be to dełêm hełsite doşegî xot hełgire û biřo małî xot.»

12) û hełsita û cêbecê doşegî hełgirt û weder kewt le pêş hemuwan, weha ke hemû waq man û şukirî xułayan kird, deyangut: «çitî wehaman qet nedîwe.»

13) û dîsan weder kewte kin beḧrê û hemû xełkî hatne kin ewî û ewanî te’lîm deda.

14) û ke řadebird, lîwîKes kuřî ḧelfî dî de gumřugîda, řonîştibû û be wî gut: «wedway min bikewe.» û hełsita û wedway wî kewt.

15) û bû ke de małî wîda řonîştibû û zor le řadaran û gunaḧkaran degeł yesû’ û şagirdanî wî řonîştibûn, çunke zor bûn û wedway wî kewtibûn.

16) û xwêndewaran û ferîsyan wextêkî dîtyan ke degeł řadaran û gunaḧkaran dexwa, be şagirdanî wîyan gut ke degeł řadaran û gunaḧkaran dexwa û dexwatewe.

17) û ke yesû’ ewey bîst be wanî gut: «saẍan îḧtyacî ḧekîmyan nîye, beła nexoşan. nehatûm ke sadqan bang bikem, beła gunaḧkaran.»

18) û şagirdanî yuḧenna û ferîsyan be řojû debûn û hatin û be wîyan gut: «leber çî şagirdanî yuḧenna û şagirdanî ferîsyan be řojû debin? beła şagirdanî to be řojû nabin?»

19) û yesû’ be wanî gut: «erê detwanin xełkî dawetê be řojû bibin wextêkî zawa degeł ewane? wextêkî zawa degeł ewane natwanin be řojû bibin.

20) beła řojan dên ke zawa le wan destêndirê û ew wextî, dew řojeyda be řojû debin.

21) hîçkes peřoyêkî taze le cilêkî kon nada, eger ne pîney taze le koney debêtewe û diřaweke xiraptir debê.

22) û hîçkes şeřapî taze de meşkanî kon tê naka, eger ne ew şeřape meşkan deqełeşênê û şeřap û meşkan zaye debin. beła şeřapî taze de meşkanî taze tê dekirê.»

23) û bû ke de şemoyda be nêw zewîyanda řadebird û şagirdanî wî destyan pê kird be gułçinînê ke deřoyîn.

24) û ferîsyan be wîyan gut: «eweta boçî deken ewey ke de şemoyda dirust nîye?»

25) û be wanî gut: «erê qet netan xwênduwe dawud çî kird, wextêkî muḧtac û birsî bû; ew û ewaney ke degeł ewî bûn.

26) çilon wejûr małî xułay kewt de zemanî abîtar, kahînî gewreda, û nanî řabwardinêy xward ewey ke ḧełał nîye ke bixiwa, meger bo kahînan, û daşî be ewaney ke degeł ewî bûn?»

27) û be wanî gut: «şemo bo xatrî însanî buwe û ne însan bo xatrî şemoy.»

28) wehaye ke kuřî însanî řebbî şemoyşe.