bab 1

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  556 Dîtin

1) hewełî încîlî yesû’ mesîḧ.

2) çilonêkî nûsrawe de eş’ya pêẍemberda, eweta denêrme pêş řûy to melayketî xom, ewey ke řêk dexa řêy to.

3) dengî bangikerêkî de çołîda dełê: «řêy řeb ḧazir biken û cadanî wî řast biken.»

4) yuḧenna te’mîdder de çołîda peyda bû û te’mîdî tobey bo bexşînî gunaḧan we’iz dekird.

5) û weder kewtine kin ewî tewaw wiłatî yehûdîye û hemû xełkî urşelîmî û le wê te’mîd dekiran de çomî urdinCihda be îqrarkirdinî gunaḧanî xoyan.

6) û yuḧenna cilî le tûkî wiştirî bû û piştêndêkî çerim de piştîda û kulle û hengiwînî kêwî dexward.

7) û we’zî dekird, deygut: «ledway min dê ewey ke le min be quwettire, ewey ke emin layq nîm ke dabêmewe û bendî kewşî wî bikemewe.

8) emin engom be awî te’mîd kird, beła ew engo be řuḧulqudus te’mîd deka.»

9) û bû dew řojaneda ke yesû’ le nasrey celîlî hat û le yuḧenna de urdinda te’mîd kira.

10) û cêbecê ke le awî weder kewt dîtî asmanan awałe bûnewe û řuḧ wekû kotrêk hate xwarê ser ewê.

11) û dengêk le asmanan hat: «eto kuřî xoşewîstî minî, le to xoşḧałim.»

12) û zû řuḧ ewî weder xiste çołî.

13) û çil řojan de çołîda bû le şeytan tecrebe dekira û degeł caneweran bû û melayketan xizmetî wîyan dekird.

14) û le paş ewey ke yuḧenna teslîm kira, yesû’ hate celîlî û we’zî încîlî xułay dekird.

15) û deygut: «we’de tewaw buwe û padşayetî xułay nîzîk buwe. tobey biken û îman be încîlî bênin.»

16) û ke be qeraẍî beḧrî celîlêda deřoyî, şem’ûnKes û endirîyasKes biray şem’ûnî dî ke tořyan de beḧrê dawîşt; çunke tořewan bûn.

17) û yesû’ be wanî gut: «ledway min werin, û engo dekeme tořewanî însanan.»

18) û cêbecê tořanyan becê hêşt û wedway wî kewtin.

19) û ke kemêk wepêş kewtibû, ye’qub kuřî zebdî û yuḧenna biray wî dî. ewanîş de gemêda tořanyan deçnyewe.

20) û zû ewanî bang kird û babî xoyan zebdî, de gemêda degeł kirêkaran becê hêşt û wedway wî kewtin.

21) û hatne nêw kefernaḧum û zû de şemoyda çû nêw kenêştî û te’lîmî da.

22) û le te’lîmî wî mat bûn, çunke ewanî te’lîm deda wekû kesêkî ke ḧîkmatî bê û ne wekû xwêndewaran.

23) û zû de kenêştî wanda pyawêk hebû ke řuḧî pîsî degeł bû û qîjandî.

24) deygut: «çiman degeł to heye, ey yesû’ nasrî? erê hatûy ke eme hîlak bikey? eto denasim ke kêy, ey muqedesî xułay.»

25) û yesû’ heřeşey lê kird, deygut: «bêdeng be û lewî weder bikewe.»

26) û řuḧî pîs ewî ałoz kird û qîjandî be dengêkî gewre û lewê weder kewt.

27) û hemû ’ecayb man weha ke le yektiryan depirsî deyangut: «ewe çîye? te’lîmêkî tazey be quwet, leser řuḧanî pîsîş emir deka û îta’etî deken.»

28) û nêwbangî wî zû weder kewt hemû cê de tewawî wiłatî dewrî celîlîda.

29) û cêbecê ke le kenêştî weder kewtin, hatne małî şem’ûn û endirîyas degeł ye’qûb û yuḧenna.

30) û xesûy şem’ûn be nobetê kewtibû û zû xeberyan le wî be wî da.

31) û çû kin ewî, destî girt, hełî estand û nobetê berî da û xizmetî wanî kird.

32) û ke êwarê bû, wextî řoj’away, hemû nexoşan û cindaranyan hêna kin ewî.

33) û tewawî şarî le ber derkey xiř bûnewe.

34) û zoranî ke nexoş bûn be nexoşyanî cwê cwê saẍ kirdewe û cinnanî zorî der kird û neyyêşt ke cinnan qisan biken, çunke ewyanî nasî.

35) û sibḧeynê zû hełsita û weder kewt û çû cêyekî çol û lewê nwêjî dekird.

36) û şem’ûn û ewaney ke degeł ewî bûn, le dway wî kewtin.

37) û ewyan peyda kird û be wîyan gut: hemû le to degeřên.

38) û be wanî gut: «ba biřoyne cêyekî dîke, bo qesebanî nîzîk, ke lewêş we’iz bikem, çunke bo ewê weder kewtûm.»

39) û hat û de tewawî celîlî de kenêştanî wanda we’zî dekird û cinnanî der dekird.

40) û gulêk hate kin ewî, lêy tełeb kird û çokî lepêş dada û be wî gut: «eger bitewê detwanî emin pak bikeyewe.»

41) û yesû’ řeḧmî kird, destî dirêj kird, destî lê da û be wî gut: «demewê, pak bewe.»

42) û cêbecê, gulêtî leser ewî laçû û pak bowe.

43) û qedeẍey lê kird û cêbecê řewaney kird.

44) û be wî gut: «hoşyar be û be hîçkes mełê, beła biřo xot be kahîn nîşan bide û ew qurbanîye bere bo pakbûnewey xot ke mûsa emrî kirduwe bo şayedî leser ewan.»

45) beła ew weder kewt û destî pê kird ke zorî xeber bida û ke ew qisey biław bika weha ke ew neydetwanî be aşkira biçête nêw şarêkî, beła le derewe de cêy çołda bû le hemû layan dehatne kin ewî.