bab 5

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  490 Dîtin

1) û hate ew berî beḧrî bo wiłatî ciresnyan.

2) û ke le gemê weder kewt cêbecê tûşî wî bû le qebran pyawêkî ke řuḧî pîsî hebû.

3) ke cêy wî de qebranda bû û hîçkes neydetwanî ewî îdî be zincîranîş bibestî.

4) çunke gelêk caran bestirabowe be kutan û zincîran, û zincîran be wî pisandirabûn û kutan şikandirabûn û hîçkes neydetwanî ewî řam bika.

5) û hemîşe şew û řoj de qebran û de kêwanda bû û deyqîjand û be berdan le xoy deda.

6) û ke yesû’î le dûrewe dî, lingî da û sicdey lê kird.

7) û qîjandî be dengêkî biłind û kutî: «çim degeł tu heye ey yesû’ kuřî xułay te’ala. be xułat swênd dedem ’azabim mede.»

8) çunke bewî degut weder bikewe le ew însaney ey řuḧî pîs.

9) û lêy pirsî nêwit çîye? we be wî gut: «nêwim lecîwne çunke zorîn.»

10) û zorî lê pařawe ke ewan le wiłatî weder nexa.

11) beła lewê lekin kêwî garanêkî gewrey berazan le leweřê bû.

12) û lêy pařanewe deyangut: «bimannêre nêw berazan hetakû wejûr ewan bikewîn.»

13) û ewanî îzin da. we řuḧanî pîs weder kewtin û çûne nêw berazan, û gařaneke xoyan le ser berejûrî hełdaşte beḧrî beqed dû hezar û de beḧrêda xinkan.

14) û berazwanan hełatin û de şarî û dêyanda xeberyan da û weder kewtin ke bîbînin çî buwe.

15) û hatne kin yesû’ û ew cindareyan dî řonîştibû û deberkiraw û ’aqił ewey ke lecîwin têyda bû û tirsan.

16) û ewaney ke ewyan dîbû bo ewanyan gêřawe çilonêkî beser cindareke hatbû û beḧsî berazan.

17) û destyan pê kird ke lêy bipařênewe ke le serḧedanî wan biřwa.

18) û wextêkî çû nêw genmî ewey ke cindar bibû lêy pařawe ke degeł ewî bibê.

19) û neyyêşt, beła bewî gut: «biço małî xot, kin ehlî xot û be wan xeber bide çî çitêkî gewre řeb degeł etoy kirduwe û ke řeḧmî be to kirduwe.»

20) û çû û destî pê kird de dîkapolisda ke we’iz bika çî çitêkî gewre yesû’ degeł ewî kirdibû û hemû ’ecayb man.

21) û ke yesû’ dîsan be gemê peřyewe ew berî, xełkêkî zor lekin ewî xiř bûnewe. we le kin beḧrê bû.

22) û yekêk le meznanî keniştî nêwî yayrus hat. we ke ewî dî leber pêyanî wî kewt.

23) û zorî lê pařawe û kutî: «kiçî çikołey min de gyan’ełłayedaye. birya hatbay û destanit leser ewî danaba ke xełas bêtewe û bijî.»

24) û degeł ewî řoy û xełkêkî zor wedway wî kewtin û ewyan řêk dekuşî.

25) û jinêkî ke mudey dwazde sałan xwênleberçûnî hebû.

26) û zor zeḧmetî kêşabû le ḧekîmanî zor, û her çî ke bûy xercî kirdibû û faydey nebbû beła her xiraptir bû.

27) wextêkî beḧsî yesû’î bîst, hat denêw xełkîda le piştewe û destî le cilî wî da.

28) çunke kutî: «eger destî lê bidem her cilîşî bê, saẍ debmewe.»

29) û cêbecê kanî xwênî wî wişk bû û zanî de bedenî xoyda ke le nexoşî saẍ bowe.

30) û zû yesû’ zanî de xoyda ke quwetêk lewî weder kewt û awřiwî dawe denêw xełkîda û kutî: «kê destî le cilî min da?»

31) û şagirdanî wî be wîyan gut: «debînî ke xełkî eto řêk dekuşin û dełêy: kê destî le min da?»

32) û temaşay dewrey xoy dekird ke bibînê ewey ke ew çitey kirdibû.

33) beła jineke hat detirsa û delerzî, deyzanî ewey ke beserî hatbû. we kewte pêşî û hemû řastî be wî gut.

34) ew bewî gut: «ey kiç, îmanî to etoy xełas kirduwe, be siłametî biřo û saẍ bewe le derdî xot.»

35) hêşta ew qisey dekird hêndêk le małî meznî kenêştî hatin deyangut: «kiçeket mird, îdî mamostay boçî zeḧmet dedey?»

36) beła yesû’ wextêkî bîstî ew qisey ke kutra, be meznî kenêştî gut: «metirse, feqet îman bêne.»

37) û neyyêşt kes degeł ewî biçê bêcge le pîtros û ye’qub û yuḧenna biray ye’qub.

38) û hatne małî meznî kenêştî û gapořêkî dî û ewaney ke degryan û zor şînîyan dekird.

39) û ke çû jûrê be wanî gut: «boçî şînê deken û degrîn? kiçeke nemirduwe, beła nûstuwe.»

40) û pêy pê kenîn. beła ew hemuwanî der kird û babî kiçekey û daykî û ewaney ke degeł ewî bûn hełî girt û çû jûrê ew cêy ke kiçekey lê bû.

41) û ke destî kiçekey girt bewî gut: «tilîta qumîErebî ke tercemey eweye: «ey kiç, be to dełêm hełsite.»

42) û cêbecê kiçeke hełsita û geřa, çunke dwazde sałane bû.

43) û cêbecê mat bûn be matêkî gewre.

44) û qedeẍey zorî lewan kird ke kes ew çitey nezanê, û kutî ke çitêkî xwardinî be wî bidrê.