bab 22

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  524 Dîtin

1) û yesû’ cwabî da û dîsan be meselan degeł ewan qisey kird deygut:

2) «padşayetî asman deşubhê be padşayekî ke bo kuřî xoy dawetêkî kird.

3) û xizmetkaranî xoy nard ke bangêştirawan bo dawetê bang biken û ewan neyanwîst ke bên.

4) dîsan xizmetkaranî dîkey nard, deygut: «be bangêştirawan biłên: eweta kawełtûnî xomim ḧazir kirduwe, gayan û perwarîyanî min kujrawnewe, û hemû çit ḧazre, werin bo dawetê.»

5) beła ewan bê bakîyan kird û řêy xoyan girt, yekêk bo zewî xoy û yekî dîke bo ticaretî xoy çû.

6) û ewanî ke man xizmetkaranî wîyan girt, bê ḧurmetîyan kird û kuştyanin.

7) beła padşa řiqî hełsita û leşkeranî xoy nard û ew qatłaney hîlak kird û şarî wanî sûtand.

8) ew wextî be xizmetkaranî xoy gut: «dawet ḧazre, beła bangêştirawan layq nebûn.

9) dena biçne ser çwarřêyan û her kamêkî ke peyda biken bo dawetê bang biken.»

10) û ew xizmetkarane weder kewtin leser řêyan û hemuwan ke peydayan kird xiřyan kird, xirapan û çakanîş û małî dawetê le mîwanan piř bû.

11) û ke padşa hate jûrê bo dîtnî ewaney ke leser sifrey řonîştibûn pyawêkî lewê dî ke cilî dawetî deber nekirdibû.

12) be wî gut: «ey dost, çilon hatûye jûr êre ke cilî dawetit nîye?» beła ew bêdeng bû.

13) ew wextî padşa be xizmetkaranî gut: «destan û pêyanî wî bibestin û ewî bawêjne tarîkayî derê, lewê giryan û çiřandinî dedanan debê.

14) çunke bangêştirawan zorin, beła hełbijêrawan kemin.»

15) ew wextî ferîsyan řoyîn û tegbîryan kird ke çilon ewî be qise bigirin.

16) û şagirdanî xoyan degeł hêrodyanyan narde kin ewî deyangut: «ey mamosta dezanîn ke eto řastî û řêy xułay be řastî fêr dekey û ke derbendî kes nî, çunke temaşay řûy xełkî nakey.

17) dena be me biłê: çî fikir dekey? erê diruste ke seraney be qeyserî bideyn yan ne?»

18) beła yesû’ xirapîy wanî zanî û kutî: «ey řyakaran, boçî emin tecrebe deken?

19) pułî seraney be min nîşan biden.» û ewan dînarêkyan hêna kin ewî.

20) û be wanî gut: «ew şikił û xete î kêye?»

21) kutyan, î qeyserî. ew wextî be wanî gut: «dena çitî î qeyserî, be qeyserî biden û çitî î xułay be xułay.»

22) û ke eweyan bîst ’ecayb man û ewyan becê hêşt û řoyîn.

23) her dew řojeyda siduqyan hatne kin ewî, ewaney ke dełên ke qyamet nîye û lêyan pirsî;

24) deyangut: «ey mamosta, mûsa kutî eger kesêk bê ewlad bimrê biray debê jinî wî bênê û to bo biray xoy hełbistênê.

25) lekin eme ḧewt bira hebûn û î hewełê jinêkî hêna û mird û ke toy nebû jinekey bo biray xoy becê hêşt.

26) her waş î dûyem û î sêyem heta î ḧewtem.

27) û axîrî hemuwan jinekeş mird.

28) dena de qyametîda jinî kêhe lew ḧewtane debê? çunke hemûyan ewyan bibû.»

29) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «engo xotan hełdexełetênin, ne kitêb dezanin û ne quwetî xułay.

30) çunke de qyametêda ne mare deken û ne mare dekirên, beła wekû melayketanin ke de asmandan.

31) beła beḧsî qyametî mirduwan erê netan xwênduwe ew çitey ke be engo kutrawe le xułay ke dełê:

32) emnim xułay îbrahîm û xułay îsḧaq û xułay ye’qub, ew xułay mirduwan nîye, beła î zînduwan.»

33) û ke xełkî eweyan bîst, le te’lîmî wî mat bûn.

34) beła ferîsyan wextêkî bîstyan ke siduqyanî bêdeng kirdibû pêkewe xiř bûnewe.

35) û yekêk le wan ke şer’izan bû, hetakû ewî tecrebe bika, lêy pirsî.

36) «ey mamosta, de şerî’etda kêhe ḧukim gewretre?»

37) û ew be wî gut: «debê řeb xułay xot biḧubbênî be hemû diłit, be hemû gyanit û be hemû fikirit.

38) eweye ḧukmî heweł û gewre.

39) û î dûyem wekû eweye: debê cîranî xot xoş bwê wekû xot.

40) leser ew dû ḧukmane hemû şerî’et û pêẍemberan hełdawesin.»

41) û ke ferîsyan xiř bûnewe, yesû’ le wan pirsyarî kird;

42) deygut: «engo çî fikir deken beḧsî mesîḧê? ew kuřî kêye?» be wîyan gut: «î dawud.»

43) be wanî gut: «dena dawud de řuḧda çilon ewî be řeb bang deka û dełê:

44) řeb be řebî min kutî: le lay řastî min řonîşe heta dujminanî to lebin pêyanî to dabnêm.

45) dena eger dawud ewî be řeb bang deka, çilon kuřî wîye?»

46) û hîçkes neydetwanî ke qiseyekî be wî cwab bida, û le ew řojîyewe kesêk neydewêra îdî pirsyarî lê bika.