bab 21

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  369 Dîtin

1) û ke nîzîkî urşelîmî bûn û hatne beyt fagî lekin kêwî zeytûnî, ew wextî yesû’ dû şagirdî nard.

2) be wanî gut: «biřone ew dêyey ke le pêştane û cê becê makerêkî bestiraw peyda deken û caşkêkî lekne ewî, ewane bikenewe û byanhênne kin emin.

3) û eger kesêk çitêkî be engo biłê, biłên: řeb muḧtacî wane, we cê becê ewan denêrê.»

4) beła ewe hemû bû hetakû tewaw bibê ew çitey ke kutrawe be destî pêẍember ke dełê:

5) «biłên be kiçî sehyon, eweta padşay to dête kin eto ḧelîm û swar leser kerêk û leser bêçûy ułaẍ.»

6) û şagirdan çûn û kirdyan çilonêkî yesû’ be wan emrî kirdibû.

7) û makereke û caşkekeyan hêna û cilyan leser ewan dana û ew leser ewan řonîşt.

8) û beşî zorî xełkî cilî xoyan leser řêy řaxist û î dîkan likanyan le daran debřî û leser řêy řayan dexsitin.

9) û ew xełkey ke le pêş ewî deřoyîn û ke le dway dehatin deyanqîjand û deyangut: hus’inّaErebî bo kuřî dawud, membarek bê ewey ke be nêwî řeb dê, hus’inّaErebî de biłindanda.

10) û ke wejûr urşelîmî kewt hemû şar şêwa û deyangut: «ewe kêye?»

11) û xełkî kutyan: «ewe yesû’ pêẍembere le nasrey celîlî.»

12) û yesû’ wejûr heykelî kewt û hemû ewaney ke deyankiřî û deyanfirot de heykelîda derî kird û textanî seřafan û kursyanî kotirfiroşanî wergêřa.

13) û be wanî gut: «nûsrawe małî min małî nwêj bang dekirê, beła engo ewî dekene eşkewtî cerdan.»

14) û kwêran û şelan hatne kin ewî de heykelîda û ewanî saẍ kirdewe.

15) beła wextêkî kahînanî gewre û xwêndewaran ew ’ecaybaneyan dî ke ew deykird û ew mindałaney ke de heykelîda deyanqîjand û deyangut: hus’inّaErebî bo kuřî dawud, naqayl bûn.

16) û be wîyan gut: «erê debyêy ewan çî dełên?» beła yesû’ be wanî gut: «bełê. erê qet netan xwênduwe le zarî mindałan û şîrxoran şukirit ḧazir kirduwe.»

17) ewanî becê hêşt û le şarî weder kewt bo beytu’enya û şewî lewê řabward.

18) û sibḧeynê zû wextêkî bo şarî degeřawe birsî bû.

19) û dare hencîrêkî leser řêy dî û hate kin ewî û hîçî leser ewî peyda nekird, bêcge le gełay tenya. we be wî gut: «lewey paş heta ebed qet leser eto mîwe nebê», û cêbecê ew dare hencîre wişk bû.

20) û ke şagirdan ewyan dî mat man deyangut: «ew dare hencîre çilon cêbecê wişk buwe?»

21) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «řastî be engo dełêm: eger îmanû hebê û şikê neken, ne tenya ew çitey darehencîrî deken, beła eger bew kêwey biłên: hełbigîrêy û de beḧrêda fiřê bidrêy, wa debê.

22) û her çî ke be du’ay tełeb biken û baweř biken werdegirin.»

23) û ke ew de heykelîda hat û te’lîmî deda, kahînanî gewre û pîranî qewmî hatne kin ewî deyangut: «be çî ḧîkmatêkî ewane dekey û kê ew ḧîkmatey be to dawe?»

24) beła yesû’ cwabî da û be wanî gut: «emnîş taqe qiseyekî le engo depirsim: eger ewî be min biłên, emnîş be engo dełêm be çî ḧîkmatêkî ewane dekem.

25) erê te’mîdî yuḧenna le kwê bû? le asmanê yan le însanê?» beła ewan lenêw xoyan fikiryan dekird deyangut: «eger biłêyn le asmanê, be me dełê: dena leber çî be wî baweřû nekird?

26) beła eger biłêyn le însanê, le xełkî detirsêyn çunke hemuwan yuḧenna be pêẍember dezanin.»

27) û cwabyan be yesû’î da û kutyan: «nazanîn.» ewîş be wanî gut: «emnîş be engo nałêm be çî ḧîkmatêkî ewane dekem.

28) beła çî fikir deken? pyawêk dû kuřî hebû, û ke hate kin ewî hewełê kutî: «ey řołe biçû ewřo de řezêda û karê bike.»

29) ew cwabî da û kutî bełê ey aẍa û neçû.

30) û hate kin ewî dîke û her way gut. ew cwabî da û kutî: namewê, le paşan peşîman bowe û çû.

31) kêhe lew dwane îradey babî kird?» kutyan: «î dûyem.» yesû’ be wanî gut: «řastî be engo dełêm, ke řadaran û qaḧban le pêş engoda wejûr padşayetî xułay dekewn.

32) çunke yuḧenna be řêy sidaqetî hate kin engo û be wî baweřû nekird. beła řadaran û qaḧban be wî baweřyan kird, beła engo dîttan û le paşan peşîman nebûnewe hetakû be wî baweř biken.»

33) meselêkî dîke bibyên: saḧîb małêk hebû ke řezêkî çeqand û perjînî de dewrî wî girt û çirzîkîTeksta ne aşkira de wêda hełkend û burcêkî lê dirust kird û ewî be řezwanan espard û seferî kird.

34) û ke wextî ḧasił nîzîk bû, xizmetkaranî xoy narde kin řezwanan hetakû ḧasłî wî bistênin.

35) û řezwanan xizmetkaranî wîyan girt, yekêkyan kuta, yekêkyan kuşt, yekêkyan berdebaran kird.

36) dîsan xizmetkaranî dîkey nard zyatir le hewełan û degeł ewanîş her bew coreyan kird.

37) beła de axîrêda kuřî xoy narde kin ewan, deygut: «le kuřî min şermê deken.»

38) beła wextêkî ew řezwanane kuřekeyan dî denêw xoyanda kutyan: «ewe mîratgire, werin ba bîkujîn û ba mîratî wî zewt bikeyn.»

39) û ewyan girt, le řezyan xiste derê û kuştyan.

40) dena wextêkî saḧîbî řez bê, degeł ew řezwanane çî deka?

41) be wîyan gut: «ew xirapkaraney be ezyetê hîlak deka û řezê be řezwananî dîke despêrê ke ḧasił de wextî xoyda be wî deden.»

42) yesû’ be wanî gut: «erê qet netan xwênduwe de kitêbanda, ew berdey ke bennayan fiřêyan da, ew bû be serî qułiniçkî. ewe le lay řeb buwe û le pêş çawî me ’ecaybe.»

43) leber ewey be engo dełêm: «padşayetî xułay le engo destêndirê û be tayfeyekî dedrê ke ḧasłî wî bênê.

44) û ewey ke leser ew berdey bikewê deşkêndirê, beła leser kê ke ew bikewê, ewî wird û xaş deka.»

45) û ke kahînanî gewre û ferîsyan meselanî wîyan bîst tê geyştin ke der ḧeqî wan qisey dekird.

46) û temayan bû ke ewî bigirin beła le xełkî tirsan çunke ewyan be pêẍember dezanî.