bab 20

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  324 Dîtin

1) çunke padşayetî asman deşubhê be saḧîb małêkî ke sibḧeynê zû weder kewt ke fe’lan bo řezî xoy bigrê.

2) û ke degeł fe’lan řojê dînarêkî qerar kirdibû, ewanî bo řezî xoy nard.

3) nîzîkî se’atî sêyem weder kewt û î dîkaney de meydanda be bê karî řawestaw dî.

4) û be wanî gut: «engoş bo řezê biçin û her çî ke ḧeqe be engo dedem.» û ewan çûn.

5) û dîsan nîzîkî se’atî şeşem û noyem weder kewt û her way kird.

6) û nîzîkî se’atî yazdeyem weder kewt û î dîkaney be bê karî řawestaw peyda kird û be wanî gut: «boçî hemû řojê lêre be bêkarî řawestawin?»

7) be wîyan gut: «çunke hîçkes emey negirtuwe.» be wanî gut: «engoş bo řezê biçin.»

8) û ke êwarê bû saḧîbî řezê be nazrî xoy gut: «fe’lan bang bike û ḧeqî bide. dest pê bike le axîran heta hewełan.»

9) û ke ewan hatin ke se’at yazde çûbûn her yek dînarêkyan wergirt.

10) û ke hewełan hatin fikiryan dekird ke ewan pitir werdegirin, û ewanîş her yeke dînarêkyan wergirt.

11) beła wextêkî eweyan wergirt leser saḧîb małî bołebołyan kird.

12) deyangut: «ew axîrane yek se’at karyan kirduwe û ewaney degeł eme beramberit kirduwe ke giranî û germî řojêman kêşawe.»

13) beła ew be yekêk le wan cwabî da û kutî: «ey dost naḧeqî be to nakem. erê degeł emin be dînarêkî qerarit nekird?

14) î xot hełgire û biřo. beła demewê ke bew axîrey bidem wekû be to.

15) erê bo min dirust nîye ke degeł î xom bikem her çî ke demewê? yan meger çawî to xirape çunke emin çakim?

16) her waş axîran debne heweł û hewełan axîr, çunke bangikirawan zorin beła hełbijêrawan kemin.»

17) û ke yesû’ weser dekewt bo urşelîmî, ew dwazdaney betenê hełgirt û de řêyda be wanî gut:

18) «eweta weser dekewîn bo urşelîmî û kuřî însanî teslîm be kahînanî gewre û xwêndewaran dekirê û ḧukmî leser ewî be mirdin deken.

19) û ewî be bitperistan teslîm deken, hetakû gepî pê biden û qamçî lê biden û le sêdarey biden û de řojî sêyemda hełdestêndirêtewe.»

20) ew wextî daykî kuřanî zebdî degeł kuřanî xoy hate kin ewî, sicdey lê dekird û çitêkî lê tełeb dekird.

21) û ew be wî gut: «çit dewê?» be wî gut: «biłê ke ew dû kuřaney min yekêk le lay řastey û yekêk le lay çepî to de padşayetî toda řobnîşin.»

22) beła yesû’ cwabî da û kutî: «engo nazanin çî tełeb deken. erê detwanin ew pyałey bixonewe ke emin deyxomewe?» û be wîyan gut: «detwanîn.»

23) be wanî gut: «hełbete pyałey min dexonewe, beła řonîştin le lay řastey û çepî min, ewe î min nîye ke bîdem, beła bo ewane ke le babî min bo wan ḧazir kirawe.»

24) û ke ew deyane bîstyan, leser ew dû birayane naqayl bûn.

25) beła yesû’ ewanî bang kirde kin xoy û kutî: «engo dezanin ke meznanî mîlletan ḧîkmatî leser ewan deken û gewrekan destełatyan leser ewan heye.

26) emma lenêw engo wa nebê, beła her kes ke byewê lenêw engo gewre bibê, xizmetkarî engo debê.

27) û her kes ke byewê lenêw engo heweł bê ’ebdî engo debê.

28) çilonêkî kuřî însanî nehatuwe ke xizmet bikirê beła ke xizmet bika û ke gyanî xoy bida bo bedełî zoran.»

29) û ke ewan le yerîḧoy deçûne derê, xełkêkî zor wedway wî kewtin.

30) û eweta dû kwêran ke leser řêy řonîştibûn, wextêkî bîstyan ke yesû’ řadebird qîjandyan deyangut: «ya řeb kuřî dawud, řeḧmê be me bike.»

31) beła xełkî le wan tund bûn ke bêdeng bin, beła ewan her pitir qîjandyan deyangut: «ya řeb kuřî dawud, řeḧmê be me bike.»

32) û yesû’ řawesta û ewanî bang kird û kutî: «çû dewê ke bo engo bikem?» be wîyan gut: «ya řeb ke çawanî me bikirênewe.»

33) û yesû’ řeḧmî kird, destî le çawanî wan da û cê becê dîtyan û wedway wî kewtin.