bab 19

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  380 Dîtin

1) û bû ke wextêkî yesû’ ew qisaney xełas kirdibû, le celîlî weder kewt û hate serḧedanî yehudîye, ew lay urdinCih.

2) û xełkêkî zor wedway wî kewtin û ewanî lewê saẍ kirdewe.

3) û ferîsyan hatne kin ewî û ke ewyan tecrebe kird, deyangut: «erê diruste ke kesêk jinî xoy berełła bika leber her sebebêkî?»

4) beła ew cwabî da û kutî: «erê netan xwênduwe ke xałq le hewełewe ewanî nêr û mê dirust kird?

5) û kutî: leber ewey pyaw bab û daykî becê dêłê û degeł jinî xoy cût debê û ew dwane debne yek beden?

6) weha ke îdî dû nîn beła yek beden. dena ewey ke xuła cûtî kirduwe be însan cwê nakatewe.»

7) be wîyan gut: «dena boçî mûsa emrî kird ke tełaqname bida û berełłay bika?»

8) be wanî gut: «leber diłřeqî engo mûsa be engo îznî da ke jinî xotan berełła biken, beła le hewełewe weha nebû.

9) beła be engo dełêm: her kes ke jinî xoy berełła bika bêcge le sebebî zînaḧ û yekêkî dîke mare bika, zînaḧ deka û ewî ke berełłakirawêkî mare bika zînaḧ deka.»

10) şagirdan be wîyan gut: «eger ḧałî pyaw degeł jin waye: çak nîye ke mare bika.»

11) beła ew be wanî gut: «hemû kes ew qise qebûł naka, beła ewaney ke be wan dirawe.»

12) çunke xwacan hen ke le zigî daykîyewe weha be weled bûn û xwacan hen ke le însan xwace kirawin û xwacan hen ke leber xatrî padşayetî asman xoyan xwace kirduwe. ewey ke bitwanê ewey qebuł bika, ba qebuł bika.

13) ew wextî mindałanyan hêna kin ewî hetakû destanî leser ewan dabnê û du’a bika. beła şagirdan lewan tund bûn.

14) beła yesû’ kutî: «le mindałan geřên û men’yan meken ke bêne kin emin, çunke padşayetî asman î ew terzaneye.»

15) û destanî leser ewan dana û le ewê řoyî.

16) û eweta yekêk hate kin ewî û kutî: «ey mamosta çî çitêkî çak bikem ke jyanî ebedîm bibê?»

17) beła ew be wî gut: «boçî le min depirsî le çitêkî çak? her yekêk çake. beła eger bitewê wejûr jyanê bikewî ḧukman řabgire.»

18) be wî gut: «kêhe?» û yesû’ kutî: «qetłê meke, zînaḧê meke, dizî meke, şayedî be diro mede.

19) ḧurmetî bab û dayk bigre û cîranî xot xoş bwê wekû xot.»

20) ew ciḧêle be wî gut: «ewanem hemû řagirtuwe, îdî çim keme?»

21) yesû’ be wî gut: «eger bitewê kamil bibî biřo û małî xot bifroşe û be feqîranî bide û xezêneyekit de asmanda debê û were wedway min bikewe.»

22) beła wextêkî ciḧêłeke ew qisey bîst be xemnakî řoyî çunke małî zorî bû.

23) û yesû’ be şagirdanî xoy gut: «řastî be engo dełêm: dewłemendêk be zeḧmet wejûr padşayetî asman dekewê.

24) dîsan be engo dełêm: hasantire ke wiştirêk be kunî derzî têwe biçê le wey ke dewłemendêk wejûr padşayetî xułay bikewê.»

25) wextêkî şagirdan eweyan bîst zor ’ecayb man deyangut: «dena kê detwanê xełas bibê.»

26) beła yesû’ temaşay wanî kird û kutî: «lekin xełkî ewe namumkîne beła lekin xułay hemû çit mumkîne.»

27) ew wextî pîtros cwabî da û be wî gut: «eweta eme hemû çitman becê hêştuwe û wedway to kewtûyn, dena bo me çî debê?»

28) yesû’ be wanî gut: «řastî be engo dełêm: engo ke wedway min kewtûn, de be weledbûnî tazeda, wextêkî kuřî însanî leser textî celalî xoy řodenîşê engoş leser dwazde textan řodenîşin û leser dwazde sibtîErebî îsra’îl ḧukmê deken.

29) û her kes ke leber xatrî nêwî min becêy hêştuwe małan yan birayan yan xuşkan yan bab yan dayk yan ewlad yan zewîyan, zor car ewende werdegrê û jyanî ebedî mîrat degrê.

30) beła zoran ke hewełn debne axîr û axîran heweł.