bab 17

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  569 Dîtin

1) û le paş şeş řojan yesû’Kes, pîtrosKes û ye’qûbKes û yuḧennaKes biray wî hełgirt û ewanî birde ser kêwêkî biłind betenê.

2) û le pêş ewan gořa, û řûy wî şu’ley deda wekû řoj û cilî wî sipî bûn wekû nûr.

3) û eweta mûsa û elyas bo wan bîndiran û degeł ewî qiseyan dekird.

4) û pîtros cwabî da û be yesû’î gut: «ey řeb, çake ke eme lêre bîn, eger bitewê lêre sê kepran dirust bikem, yekêk bo mûsa û yekêk bo elyas.»

5) ke hêşta ew qisey dekird eweta hewrêkî řûnak sêberî xiste ser ewan û eweta dengêk le hewrî kutî: «eweye kuřî xoşewîstî min ke lewî xoşḧałim, gwêy lê bigirin.»

6) û ke şagirdan eweyan bîst be ser řûy xoyanda kewtin û zor tirsan.

7) û yesû’ hate pêş û destî le wan da û kutî: «hełsitin û metirsên.»

8) beła wextêkî çawî xoyan hełêna bêcge le yesû’ betenê hîç kesyan nedî.

9) û ke ewan le kêwî dehatne xwarê, yesû’ be wan emrî kird deygut: «ew dêtewe be hîç kes mełên heta kuřî însanî le nêw mirduwan hełdestêndirêtewe.»

10) û şagirdan lewîyan pirsî deyangut: «dena xwêndewaran bo çî dełên ke hewełê debê ełyas bê?»

11) ew cwabî da û kutî: «hełbete elyas dê û hemû çitî řêk dexa.

12) beła be engo dełêm ke elyas elan hatuwe û ewyan nenasî, beła her çî ke wîstyan degeł ewyan kird. her waş kuřî însanî le wan ezyet dekêşê.»

13) ew wextî şagirdan tê geyştin ke beḧsî yuḧenna te’mîdder be wan qisey dekird.

14) û ke hatne kin xełkî, pyawêk hate kin ewî, çokî le pêş dada.

15) û deygut: «ya řeb řeḧmê be kuřî min bike, çunke fêdare û ezyetî zor dekêşê, çunke gelêk caran de awir û gelêk caran de awêda dekewê.

16) û ewm bo kin şagirdanî to hêna û neyantiwanî saẍî bikenewe.»

17) beła yesû’ cwabî da û kutî: «ey silsiley bê îman û lařê, heta kengê degeł engo bim, heta kengê le engo sebrê bikem? ewî bihênne êre kin emin.»

18) û yesû’ heřeşey lê kird û cin le wî weder kewt û kuřeke le ew se’atîyewe saẍ bowe.

19) ew wextî şagirdan hatne kin yesû’ betenê û kutyan: «leber çî eme nemandetwanî ewî der bikeyn?»

20) beła ew be wanî gut: «leber bê îmanîy xotan, çunke řastî be engo dełêm: eger wekû denkêkî xerdel îmanû hebê, bew kêwey detwanin biłên: biço le êre bo ewê û deçê, û hîç çitêk bo engo namumkîn nabê.

21) beła ew terze weder nakewê meger be du’a û řojû.»

22) beła wextêkî ewan de celîlîda degeřan, yesû’ be wanî gut: «kuřî însanî be destî xełkî teslîm dekirê.»

23) û deykujin û de řojî sêyemda hełdestêndirêtewe, û zor xemnak bûn.

24) beła wextêkî ewan hatne kefernaḧum, ewaney ke xercî heykelîyan destand hatne kin pîtros û kutyan: «erê mamostay engo xercî heykelî nada?»

25) kutî: «bełê», û ke hate jûr małê, yesû’ le pêş ewîda destî pê kird deygut: «ey şem’ûn çî fikir dekey? padşayanî dinya le kê gumřug yan xerc destênin, le kuřanî xoyan yan le bêganan?»

26) û kutî: «le bêganan». yesû’ be wî gut: «dena kuřan azadin.

27) beła hetakû eme ewanî hełnengiwênîn, biřo beḧrê û qulapê bawê û masî hewełê ke dête derê bîgre û zarî wî lêk bikewe û çwar diremêkî peyda dekey, ewî hełgire û be wanî bide bo min û bo xot.»