bab 16

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  416 Dîtin

1) û ferîsyan û siduqyan hatne pêş û tełebyan lê kird ke nîşaneyekî le asmanê be wan nîşan bida hetakû tecrebey biken.

2) beła ew cwabî da û be wanî gut: «wextêkî êware buwe engo dełên: «hewa saw debê çunke asman sûre.»

3) û de sibḧeynêda, ewřo hewa têkeł debê çunke asman sûr û tarîke. řûy asmanê dezanin ke ferqê biken beła nîşananî zemanan natwanin ferq biken.

4) silsileyekî xirap û zînaḧkar nîşaney tełeb deka û nîşaneyek be wî nadrê bêcge le nîşaney yuns.» û ewanî becê hêşt û řoyî.

5) û ke şagirdan hatne ew berî, lebîryan çûbû ke nanî hełgirin.

6) û yesû’ be wanî gut: «temaşa biken û hoşyar bin le hewîretirşî ferîsyan û siduqyan.»

7) û ewan lenêw xoyan fikiryan dekird û deyangut: «leber eweye ke nanman hełnegirtuwe.»

8) û ke yesû’ ewey zanî, kutî: «ey kem îmanan. boçî fikirê deken lenêw xotan ke leber eweye ke nanû nîye?

9) erê hêşta tê nagen û webîrû nayê ew pênc nanane bû pênc hezaran û çend qirtałew hełgirtewe.

10) û ne ew ḧewt nanane bû çwar hezaran û çend zembîlew hełgirtewe?

11) çilon tê nagen ke emin be engo leber nanî qisem nekird? beła ke hoşyar bin le hewîretirşî ferîsyan û siduqyan.»

12) ew wextî tê geyştin ke qisey nekirdibû ke hoşyar bin le hewîretirşî nanî, beła le te’lîmî ferîsyan û siduqyan.

13) beła wextêkî yesû’ hate meḧelatî qeyserîy fîlpos, le şagirdanî xoy pirsî deygut: «xełkî kê dełên ke kuřî însanî bê?»

14) û ewan kutyan: «hêndêk dełên yuḧenna te’mîdder û hêndêk elyas û î dîkan yermya yan yekêk le pêẍemberan.»

15) ew be wanî gut: «beła engo kê dełên ke emin bim?»

16) û şem’ûn pîtros cwabî da û kutî: «etoy ew mesîḧe kuřî xułay zîndû.»

17) û yesû’ cwabî da û be wî gut: «xozge be to şem’ûn kuřî yuna çunke beden û xwên ewey bo to aşkira nekirduwe, beła babî min ke de asmandaye.

18) û emnîş be to dełêm: ke eto pîtrosî û leser ew şaxey kilêsay xom dirust dekem û derkanî cehennemê leser ewî quwetyan nabê.

19) haçeranî padşayetî asman be to dedem, û her çî ke leser erzê bibestî de asmanda debestirê û her çî ke leser erzê bikeyewe de asmanda dekirêtewe.»

20) ew wextî qedeẍey le şagirdanî kird ke be hîç kes nełên ke ew mesîḧe.

21) le ew wextîyewe yesû’ destî pê kird ke be şagirdanî xoy nîşan bida ke bo wî lazim bû ke biřwate urşelîmî û ezyetî zor bikêşê le pîran û kahînanî gewre û xwêndewaran û bikujrê û de řojî sêyemda hełbistêndirêtewe.

22) ew wextî pêtros ewî kêşa kin xoy û destî pê kird ke ewî mezemmet bika, deygut: «ḧaşa le to ey řeb, ew çite qet beser to nayê.»

23) beła ew wergeřa û be pîtrosî gut: «biřo piştewem ey şeytan. eto bo min heł engutnî çunke fikirî çitanî xułay nakey beła çitanî însanî.»

24) ew wextî yesû’ be şagirdanî xoy gut: «eger kesêk byewê le dway min bê, ba le xoy bibûrê û sêdarey xoy hełgirê û wedway min bikewê.

25) çunke her kes ke byewê ke gyanî xoy xełas bika, winî deka, beła her kes ke gyanî xoy leber xatrî min win bika, xełasî deka.

26) çunke bo însanî çî faydey debê eger hemû dinyayey qazanc bika beła gyanî xoy xesar bika? yan çî deda însan le cyatî gyanî xoy.

27) çunke kuřî însanî de celalî babî xoyda degeł melayketanî xoy dê. we ew wextî be her kes wekû ’emelî xoy tołe deda.

28) řastî be engo dełêm: le řawestawan lêre hêndêk hen ke mirdinî qet naçêjin heta kuřî însanî nebînin de padşayetî xoyda bê.»