bab 4

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 3 Xulek  701 Dîtin

1) ew wextî yesû’ be řuḧ bo çołî weser birdira hetakû le şeytan tecrebe bikirê.

2) û ke çil şew be řojû bibû, le paşan birsî bû.

3) û tecrebeker ke hate pêş û be wî gut: «eger eto kuřî xułay: biłê ke ew berdane bibin be nan.»

4) beła ew cwabî da û kutî: «nûsrawe însan ne tenya be nan dejî beła be her qiseyekî ke le zarî xułay weder dekewê.»

5) ew wextî şeytan ewî bo şarî muqedes bird û ewî leser qubbey heykelî dana.

6) û be wî gut: «eger eto kuřî xułay, xot bawêje xwarê, çunke nûsrawe ke be melayketanî xoy der ḧeqî to emir deka û eto leser destan hełdegirin neba pêy to we berdêkî bikewê.»

7) yesû’ bewî gut: «dîsan nûsrawe řeb xułay xot tecrebe meke.»

8) dîsan şeytan ewî birde ser kêwêkî zor biłind û hemû padşayetanî dinyay û celalî wanî be wî nîşan da

9) û be wî gut: «ewane hemû be to dedem eger bikewî û sicdey min bikey.»

10) ew wextî yesû’ be wî gut: «biřo ey şeytan çunke nûsrawe debê řeb xułay xot sicdey bikey û tenya be wî ’ibadet bikey»

11) ew wextî şeytan ewî becê hêşt û eweta melayketan hatne pêş û xizmetî wîyan dekird.

12) beła wextêkî bîstî ke yuḧenna teslîm kirabû, bo celîlî çû.

13) û nasrey becê hêşt û hat û řonîşt de kefernaḧumêda le kin beḧrê de serḧedanî zîbulun û neftalîmîda.

14) hetakû tewaw bibê ew çitey ke kutrawe be destî eş’ya pêẍember ke dełê:

15) «wiłatî zîbulun û wiłatî neftalîm, řêy beḧrê ewlay urdin, celîlî tayfan.

16) ew tayfey ke de tarîkayîda řodenîşt řunakayîyekî gewrey dîwe û bo ewaney ke de wiłatî û sêberî mirdinî řodenîştin řûnakayî hełatuwe.»

17) le ew wextîyewe yesû’ destî pê kird ke we’iz bika û biłê: «tobey biken çunke padşayetî asman nîzîk buwe.»

18) û ke le kin beḧrî celîlî degeřa dû birayan şem’ûn ke pîtros bang dekirê û endirîyas biray wî dî ke tořêkyan de beḧrî dawîşt: çunke tořewan bûn.

19) û be wanî gut: «ledway min werin û engo dekeme tořewanî însanan»

20) û ewan cê becê tořanyan becê hêşt û wedway wî kewtin.

21) û ke le ewî wepêş dekewt dû birayanî dîke ye’qûb kuřî zebdî û yuḧenna biray wî dî de gemêda degeł babî xoyan zebdî tořanî xoyan deçnyewe û ewanî bang kird.

22) û ewan cê becê gemê û babî xoyan becê hêşt û wedway wî kewtin.

23) û de hemû celîlîda degeřa û de kenêştî wanda te’lîmî deda û încîlî padşayetî we’iz dekird û hemû nexoşî û hemû derdî lenêw xełkî saẍ dekirdewe.

24) û nêwbangî wî weder kewt de hemû surîyeda û hemû nexoşan ke be cwê cwê nexoşyan û derdan ezyetyan dekêşa û cinnidaran û fêdaran û îflîcanyan hêna kin ewî û ewanî saẍ kirdewe.

25) û cema’etanî zor le celîlî û dîkapolsî û urşelîmî û yehûdîye û lewlay urdin wedway wî dekewtin.