bab 3
1) dew řojaneda yuḧenna te’mîdder hat û de çołî yehûdîyeda we’zî dekird.
2) deygut «tobey biken çunke padşayetî asman nîzîk buwe.»
3) çunke eweye ewey ke lewî kutrawe be destî eş’ya pêẍember ke dełê: «dengî bangikerêkî de çołîda dełê: řêy řeb ḧazir biken û cadanî wî řast biken.»
4) û ew yuḧenna cilî le tûkî wiştirî bû û piştêndêkî çerim de piştîda û xorakî wî kulle û hengiwînî kêwî bû.
5) ew wextî urşelîm û hemû yehûdîye û hemû wiłatî dewrî urdinCih weder kewtine kin ewî.
6) û le wî te’mîd dekiran de çomî urdinda be îqrarkirdinî gunaḧanî xoyan.
7) beła wextêkî dîtî ke zoran le ferîsyan û siduqyan dehatinh te’mîdî, be wanî gut: «ey ewladî maran, kê be engoy nîşan da ke hełên le ẍezebê ke dê?
8) dena mîwey layqî tobey bênin.
9) û fikir meken ke de xotanda biłên: «eme îbrahîmman heye bo bab», çunke be engo dełêm ke xuła detwanê le ew berdane mindałan bo îbrahîmî hełbistênê
10)û elan bêwir lekin řegî daran dandirawe, dena her darêkî ke mîwey çak nayenê debřidirê û de awrî dawêjrê
11) emin engo be awî te’mîd dekem bo tobey, beła ewey ke ledway min dê le min be quwettire: ke emin layq nîm ke kewşî wî hełgirim, ew engo be řuḧulqidus û awir te’mîd deka.
12) ke bêjîngî de destî xoydaye û coxînî xoy pak deka û genmî xoy de embarêda xiř dekatewe, beła kake desûtênê be awrêkî ke nakujêtewe.»
13) ew wextî yesû’ le celîlî hate urdin bo kin yuḧenna ke le wî te’mîd bikirê.
14) beła ew men’î lê dekird deygut: «emin îḧtyacim heye ke le to te’mîd bikirêm û erê eto bo kin emin dêy?»
15) û yesû’ cwabî da û be wî gut: «lêy geřê ewêsta çunke weha bo me layqe ke hemû sidaqetî tewaw bikeyn». ew wextî lêy geřa.
16) û yesu’ te’mîd kirabû, cê becê le awî weder kewt û eweta asmanan awałe bûnewe û řuḧî xułay dî wekû kotrêk dehate xwarê û hate ser ewê.
17) û eweta dengêk le asmanan deygut: «eweye kuřî xoşewîstî min ke le wî xoşḧałim.»