leylê kewtûn da

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 2 Xulek  249 Dîtin
leylê kewtûn da .. leylê kewtûn da ..
dest awerd we zułf tatay kewtûn da ..
tertîb da we tîp zengî quşûn da
fetway çîn pey çîn we şebeyxûn da
pêşanîş řiştey zat bêçûn da
ḧacîbeyn teqlîd qews gerdûn da
mujey mest sem alûdey hûn da
ferhad fena kerd kirinTeksta ne aşkira we tûn da
aşûb fîtney naz we ’uyûn da
newfel mesmûm kerd, necd we mecnûn da
qutûy le’il fem memlûy me’cûn da
řoḧ medo be cîsim merdey medfûn da
lehcey nutqiş kesb seḧray funûn da
çend sen’an çun qeys bestey hamûn da
bînî şems saf tełay meknûn da
řewneq numay cam gonay gułgûn da
gerden mîl yex bestey gerdûn da
řayḧey zinciş ’enber nimûn da
berq bey çun duř deryay ceyḧûn da
şêwey le’il tac şay fereydûn da
nafey ’etir’amêz we mîsk mezmûn da
şemîmş we ’îşq ’îlley cunûn da
qyam da we qed ḧeşir funûn da
xeram we xerac řubi’ meskûn da
naz we nezaket, lenc we qanûn da
be «feqêNasnava edebî» îdrak tebi’ mewzûn da