leylê kewtûn da

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 2 minutes  250 views
leylê kewtûn da .. leylê kewtûn da ..
dest awerd we zułf tatay kewtûn da ..
tertîb da we tîp zengî quşûn da
fetway çîn pey çîn we şebeyxûn da
pêşanîş řiştey zat bêçûn da
ḧacîbeyn teqlîd qews gerdûn da
mujey mest sem alûdey hûn da
ferhad fena kerd kirinMissing we tûn da
aşûb fîtney naz we ’uyûn da
newfel mesmûm kerd, necd we mecnûn da
qutûy le’il fem memlûy me’cûn da
řoḧ medo be cîsim merdey medfûn da
lehcey nutqiş kesb seḧray funûn da
çend sen’an çun qeys bestey hamûn da
bînî şems saf tełay meknûn da
řewneq numay cam gonay gułgûn da
gerden mîl yex bestey gerdûn da
řayḧey zinciş ’enber nimûn da
berq bey çun duř deryay ceyḧûn da
şêwey le’il tac şay fereydûn da
nafey ’etir’amêz we mîsk mezmûn da
şemîmş we ’îşq ’îlley cunûn da
qyam da we qed ḧeşir funûn da
xeram we xerac řubi’ meskûn da
naz we nezaket, lenc we qanûn da
be «feqêPen name» îdrak tebi’ mewzûn da