rahî şidin ḧizirit risalit pinahî ﷺ ba giruh anbya’ û awlya û ’ilma û silḧa bih ’ibur sirat
Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
1 Xulek
432 Dîtin
enbya û řusul cumle ne buraq
swar mebin be emir ’elîm xellaq
cewdem yek nîda xêzo ne cîhat
bikêşin ’elem sîrat pey cennat
řahî mebo sef şah ’erebî;
ye’nî muḧemmed serxêl nebî
firîştan lîway ḧemd daran be des
muḧemmed ce pêş, enbya ce pes
şuheda û esḧab, zuřyey ewlya
bestişan sufûf be’d enbya
sînf ’ulema, kul muctehîdîn
zuřyey suleḧa, sînf muxlîsîn
dimay muxlîsîn sînf mu’mînîn
dimay mu’mînan fîrqey muslîmîn
dimay muslîmîn zuřyey załman
dimay załman fîrqey kafran
duxan dozex dinya keron zeng
melek dayrey her sef keron teng
sufûf ’alem zumrey mexlûqat
kul meban řahî pey pird sîrat
be ferman zat ře’ûf û letîf
xêzo şe’şe’e ce beyn sufûf