dir tarîx û xatmey kitab gwîd

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 2 Xulek  368 Dîtin
er kesê ce ḧał ey bendey ze’îf
er bî be sa’îl, pêş bider te’rîf
«’ibdalqadirKes»en îsim û ewsafim
ne zincîrey zenb qeyd însafim
esiłim hemawend fîrqey çelebî
darûn ce řesûl cwamêr nesebî
êden îltîcam ce îxwan dîn
qewlim qebûł ken be sîdiq û yeqîn
her weqit wanan menzûmey adab
řewan ken perêm «fatiḧ alkitabErebî»
hem biken du’ay necatim ce qeyd
hem ser azadî ce her ’emru zeyd
hem du’ay xeyr ken pey ’efwî gunam
hem neqsê ce şî’ir neken îltîzam
eger beyan kem ’îczim be îxlas
meqbûłen ’uzirim ce «kiram alnasErebî»
her yen dił ne qeyd załim zelîlen
çenî pejaran çun deryay nîlen
be ’ezîmîy wêt ’elîm wehhab
’efu ker samî’, «qarî’ alkitabErebî»
ce seney hezar û sêsed û yekem
te’lîf kîtab ama be řeqem
«nasraldînKes» şa cewdem sułtan bî
te’mîr kunnidey mułk êran bî
nigîn bextiş tac keyan bî
feřu îqbałş tuřřey ferman bî
sułtan «ḧemîd xanKes» ce qustentîn bî
saḧêb selabet, text û nigîn bî
pey yadgarî înşam kerd kîtab
beł ḧîssemend ban yaran û eḧbab
ber cîsim û ber can «sîd alanamErebî»
hezaran dirûd û hezaran selam