نقتەای az ḧizirit nibwî ﷺ

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 1 Xulek  350 Dîtin
řawî ce kutub wey tewr dan xeber:
yek řo muḧemmed şay «xîr albişirErebî»
ḧazir bîn ce laş esḧab kîbar
duř efşanî kerd ce beḧir zexxar
bedir’asa bexşa necim nesîḧet
pey hefit ta’îfe ferzen hefit xesłet
pey şahan ’edił, pey ẍenî sexa
pey ’alim ’emel, pey zenan ḧeya
pey derwêşan sebir, pey dost meḧebbet
pey cewan tewbe ce her me’syet
her padşahê neko ’edałet
mîsilş yek ebren cêş nebo řeḧmet
er bê ’emel ban ’ulemay adab
be nehrê mano xałî bo ce ab
her zen ce ’îsmet er nebî meslek
çun te’amêwen bê mezey nimek
bê sedeqe bo merd tewanger
emsalş dirext bê saye û semer
her dost meḧebbet cêş nekerd eser
me’denş xaken, xałîyen ce zeř
er sabîr neban feqîr û derwêş
esiłş sedefen, duř nemenden têş
er bê tobe ban sînf newcewan
mîsilş ceseden me’yûs bo ne can
be ’îzzet wêt ’ezîm subḧan
meḧsûbim kerî çenî ta’îban
«feqêNasnava edebî» pir guna, me’syet baren
muntezîr be lutif perwerdigaren