biřwa û nałey derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  345 Dîtin
emin derd û misîbet, wa lecêy bab û bira û kesme
bełê firyad û nałey şew, felek ger lêm geřê besme
řefîq û dost, nema emřo be dił bête ’yadetman
çîye, derd û beła xoş bê, ẍem û mîḧnet beła besme
’yadet bo kesê çake ke dûçarî misîbet bê
misîbet emrî mewlaye, emin em řeḧmete besme
ẍubarêkim leser dił bê? be eşkî dîdekem deyşom
emin pêm xoşe em ḧałe, kesêkim «bêkesî» kesme
be bê meylî û muḧîbet kes eger bê? her nebê nabê
be ẍemxiwarî beła û derdit emin xom bêkesî besme
îradey heq te’alaye ke dûçarî misîbet bûm
mełê min bê kesim mîrzaNasnava edebî xwa xoy bêkese besme