dîsanewe lebarey syasetî «ḧesen dede»we le nawçey pijderda

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  296 Dîtin
ewa nizdîke weqit û mewsimî te’dadî eẍname
temaşay wez’î dewran ken; netîce çende nakame
şefîq me’mûrî pijder bê û ḧesen bo menguřî zûdî
’îtab nakem le ḧakim min, legeł walîy beẍdame
ḧesen çon layqî şe’nî heye bo silkî me’mûrat
wecax û mameş û menguř, le sayey cumle bedname
çi qonaẍê nemawe; ew serêkî tya neda ya dû
le teḧsîlatî eş’ar û le texmînda be eqdame
debê çonim tesałḧ bê? legeł kwêxayekey şênê
ke xwênî konî, hêştakû nedawe; taze dawame
umûrî mîllet û zebtî qeza û malîye yekser
le zebit û ḧukmî ew daye, leber em wez’e de’wame
guzeşte çû ledes serfî nezer, bê muqteza waye
be her new’ê ke bû řaburd emin tirsî lemew lame
be mirdin ger necatim bê, ledes em abřûçûne
be wełłahî řezamendim; le daẍ ew kone pismame
egerçî îftîxare, nîsfî mîllet bote ’eşretman!
emin xwêşayetî nakem, derim ken lem der û bane
řefîqan muteḧîd bin êwe, besye abřûman çû
zemanêke le ’alemda be merdî řebtî î’lame
eger ḧakim qubuł ka «mînْ be’ْdiْErebî» min katbî nakem
diłim hênde le ḧîretda teḧeyur mawe sersame
qełem yarayî teḧsînî ḧesen ḧusnî nîye çibkem
«ẍefûrNasnava edebî» bê ca dekey herçî dełêy memduḧî aẍame