helbesteka hevpişk di navbera melayê cizîrê û feqîyê teyran da

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 8 Xulek  636 Dîtin
feqî:
selama min ḧeqîrê
sedefek divê têkin
îroke li cizîrê
ḧeqqe ku li melê kin
helakên ji derba tîrê
derman heye ku lêkin?
mela:
selamên milyaketan
di bê ḧedid û ḧisêbin
şubhetî avên şetan
ji mela li mîm û ḧê bin
helakên ji zeḧmetan
derman ji lam û bê bin
feqî:
şerbeta lam û bêyan
ez nadim bi ḧeyatê
me’dena dal û řêyan
dibarînin nebatê
zahir dikin me’nêyan
ji ḧusna but û latê
mela:
ji neqşê but û latan
me sîne butxaneye
te’eyîwna sifatan
tecella qelbê meye
di ’îd û şev beratan
ji wan řa me secdeye
feqî:
secdeya şukirê carek
me ferze di wisalê
ne perde, ne sitarek
li ber wechê hilalê
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî»
ji suřřa wê cemalê
mela:
cemala nûrîn safe
di wechê tecellayê
bi ḧerfên xwe keşşafe
zemîr didin me’nayê
ḧa mîm ’eyn sîn qafe
di řemza mu’emmayê
feqî:
ḧêyên di ḧefit ḧamîman
nuqteyan lê peyda kin
ismê du taErebîsîn mîman
du mîman jê cuda kin
bavêne cem du cîman
’işqê ku jê peyda kin
mela:
ḧefit xumê tejî bade
di meykedeya qidemê
ji xuma ku min irade
’işq řihte cama cemê
lewḧê lê nûn û sadErebîe
lew feyzê da qelemê
feqî:
saqî ji xemra ezelê
nûra qelemNusxeyên din: nûn û qelem jê afrand
dařêt lewḧa ewwelê
řizq û nesîb qeddirand
ew bû murad mes’elê
neqşê mecaz sewwirand
mela:
neqşê mecaz tilsime
mezher ji řeng mir’atê
sûret li bal me isme
me’na bi tecella tê
ḧerfên di nûrîn cisme
kaf haye di ayatê
feqî:
kaf haye ismê kûre
tuẍraye di tenzîlê
bi cismî kûhê tûre
icmale di tefsîlêNusxeyên din: di me’nay û te’wîlê
cemal ji ’eynî nûre
kewkebe diNusxeyên din: kewkeb me qendîlê
mela:
kewkebe dêmNusxeyên din: kewkeb dibêm beşşere
nûreke munezzeh tê
çi ḧusnek musewwere
ismeke ji ellah tê
yeqîn bi xwe mezhere
çerxeke sed xergeh tê
feqî:
xergeh bi min ḧicabe
sitar dikit cemalê
’ewrê řeş xwe niqabe
li ber wechê hilalê
perwane lew diNusxeyên din: bi ’ezabe
meḧcûbeNusxeyên din: mehcûre ji şemalê
mela:
şemala jiNusxeyên din: t ’eynî nûre
şefeq ku lê sitar tê
perwane bê destûre
li çerxê semadar tê
ḧeyran siřřa ẍefûre
lew canifdayê yar tê
feqî:
yarê ḧeqîqî xalqe
çînNusxeyên din: çon canifda da vê kevîn
řast û durist û sadqe
çi řeng bi şûna řê kevîn
qenc û letîf û la’qe
di baẍê irem da vêkkevîn
mela:
baẍê ji Nusxeyên din: nûr wereq lê
yar dê li wî zuhûr bit
sipêdeya şefeq lê
mezher ji ’eynî nûr bit
pertew ji ḧusna ḧeq lê
da ’ekis bê qusûr bit
feqî:
’eksê ji ḧeq dibînînNusxeyên din: da bînin
li dor wechê meḧbûban
li ḧalekê namînîn
ji siřa wan metlûban
geh dinalîn geh dixiwînîn
dûrîn ji wesla xûban
mela:
feryad ji destê ferqê
di dûrîn ji sultanan
tîreNusxeyên din: tîje ji lewnê berqê
heybeta wan xaqanan
řoje hatîye şerqê
dinalîn ji kovanan
feqî:
kovanên mihirdaran
bê ḧedid û bê ejmarin
tîrên di wan hesaran
sed caran sed hezarin
xedengên wan nûbaran
nihîn û xef dibarin
mela:
nihînî dil diřeşînin
tîrên di syah goşan
du mîr bi ẍezeb dikşînin
li qetla me bê hoşan
ji qaf û waw û sînin
xedengên eswed poşan
feqî:
du nûn di syeh řengin
wan ser li me dikêşanNusxeyên din: bi siř li me ku kêşan
derbên di wan xedengin
li qelbê me derwêşan
’aşiq ji dest bi henginNusxeyên din: nehnigî,bi hingin
ji daẍ û zecir û êşan
mela:
daẍên me puř di kuln
xeber jê nayê gotin
yengîyan zerb li diln
hinav ji ber disotin
kemandar řeş qatiln
gezme li dil bi cotin
feqî:
gezmeyên ’eyn û sadErebîan
bi işaret řemz û siřn
kişandin goşe badan
meḧbûb di tîj awiřn
tîrê di wan celladan
batin di dil difiřn
mela:
awřên cotê belek
berqeke ji semawatê
xurşîde çerxa felek
hatîye nêv mir’atê
insane bi sûret melek
yan ḧûrîye di cennatê?
feqî:
ḧûrî ku têk cemabin
perî hem di wê gavê
hemû ji řeng çirabin
nêzîkî şems û tavê
ji şerma xuya nabin
ji ḧusna wê gulbavê
mela:
wan şerme ji dêmê zerî
’eqreban derb li dil dan
xurşîd mah û muşterî
pêro di muqabil dan
insane bi şeklê perî
yan ḧûre sifet wildan?
feqî:
pêro yeqîn ku xaln
di ’iqda sureyyayê
du řoj û du hilaln
li dêmê wê leylayê
bê wesif û bê misaln
di řemza şekerxayê
mela:
bi řemz û gufit û suřan
nebatê ew diřêjin
’işweyên le’il û duřan
lu’lu’ şeker bi hêjin
xedengên di awřan
’aşiqan dibrêjin
feqî:
’aşiqên leb û lêvan
şabaşe ji xudê řa
selwa û bih û sêvan
belçim ji zîv û zêřa
ḧeramin xewêd şêvan
li kesê muḧbet vêřa
mela:
kesê ku yek divêtin
suhtîye bi ulfetê
şevan kû wî xew têtin?
ji tîra meḧebbetê
’aşiq li pey wî têtin
ji cezb û ji furqetê
feqî:
firaq têk ḧirqete
be’îde ji xeyalê
tûtake bi zeḧmete
bulbul ji ber cemalê
goyîn xew qet nakete
ku dûre ji wisalê
mela:
zeḧmet bi min wisale
’aşiq ji ber cezbeyê
lew têt bi derd û ḧale
ji berqa şe’şe’eyê
dema ku têt şemale
nezer da perwaneyê
feqî:
perwane lew dimmirit
xweş nîne ew bi jînê
ze’îfe xwe nagirt
tîje berqa evînê
di perdê nasebbirit
perde kemala dînê
mela:
perwane lew dissujî
ji lem’eya cezbatê
fidakirin ’umir wijî
di keşfa subbuḧatê
ku da ji nûve vejî
baqî bit di ḧeyatê
feqî:
ḧeyat bi min her wesle
du lat ger bibin latek
murad bi xwe her esle
têkda bibne sifatek
ji hev êk nîne fesle
waḧd bimînit zatek
mela:
waḧd zatek ferde
tecella di wan sifatan
li ’eynî dil nezer de
li cumley te’îynatan
tewehhum bûye perde
bi ismê butit wilatan
feqî:
lat sûretek ḧeqe
ji esma’ên ḧeqqanî
li bal min muḧeqqeqe
di nêv keşfa subḧanî
lahûte her mutleqe
di nasûta insanî
mela:
insan bi min nasûte
gewher di nêv sedefê
ji ’alema ceberûte
şemse hatî şerefê
tenezzul ji lahûte
meḧbûbe cam dikefê
feqî:
kefa ku kûz û tas tê
nazk û sipî zendin
cama ku meya xas tê
binêrin talb çendin
vexun ji destê řastê
bi medḧan meḧbûb xwendin
mela:
wesfên di meḧbûban
li daẍên kul ḧeyatin
qûte ji bo qulûban
gulav qend û nebatin
ji neẍmeya medḧa xûban
’aşiq bi cezbe hatin
feqî:
’aşiq bi wesif û medḧan
di firaqê sebbirî
nesîm bêt ji wan terḧan
bulbul xuhê bigrî
xûn dê derbit ji cerḧan
bi daẍên kul bimmirî
mela:
bulbulên wê gulşenê
ji ezel ew her dibêjin
ḧetta ebed ji me’denê
gewheran da biřêjin
ḧerfek ji wesfan te nê
’alem têk napeřêjin
feqî:
cema kin têk ’alemê
hemuwan bi ustad kin
ḧerfek ji lewḧê qidemê
bînin bi şerḧ sewad kin
na’ête ber qelemê
beḧran er bi midad kin
mela:
nesrîn û gul tebeqek
seḧer ji baẍê gulan
ji nesteran wereqek
bese me saḧb dilan
’urufxiwahî sebeqek
çêtre ji sed siclan
feqî:
eḧsen ji newsebeqan
qelem ji qend û nebatê
li seḧîfeya wereqan
diřêjit ava ḧeyatê
dest bi dest jê tebeqan
melek têne cennatê
mela:
nefesa te ji ’enbere
zebad û misk diřêjin
çi şaxê ney şekkere
nebat û qend diřêjin
nutqa te xwe gewhere
sed bar gewher diřêjin
feqî:
gulim di destê xaran
bi ismê muḧemmed navim
bulbulim di gulzaran
ji ’işqê lew zerbavim
di řemza mihirdaran
tu řojî ez hetavim
mela:
dûrim ji gulên bi xunav
lew zerê şubhetNusxeyên din: zer şubhetî bihim
sûsna ’irq ji gulav
di furqetê dibjihim
ji mihirdaran tevav
tu hetavî ez sihim
feqî:
birîndarê ’işqême
dûrim ji siha bihanNusxeyên din: siha nihan
dizanin meddaḧê kême
di hezar û yek wishan
senaxwanê melêNasnava edebî me
li hemû ’erd û cihan
mela:
çendî ku di geřřihim
dikêşim sebir û ḧîrêNusxeyên din: xêrê
şubhetî çeng û jehim
helakim ji derba tîrê
senaxwanê feqqeKeshim
îroke di cizîrê