helbesteka hevpişk di navbera melayê cizîrê û mîr ’imadeddînê da

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 7 Xulek  713 Dîtin
mela:
selama min senaxwanî
seḧergeh gewher efşan bit
bi xidmet ’erz sultanî
’ebîr û ’enber efşan bit
bi sûret emrê subḧanî
ser’elqabê zer efşan bit
mîr:
selama san’ê qadir
mela da pê mu’etter bî
muferreḧ bit me lê xatir
peyapey lê mukerrer bî
ji cama xatrê ’atir
me jê ayîne enwer bî
mela:
ji řeng ayîneya camê
te batin řewşen û safe
di řemza kufir û îslamê
yeqîn fehmê te keşşafe
ji berqa nûrê ilhamê
durexşan qaf ta qafe
mîr:
durexşan hat û rexşan hat
sena berqa tecellayê
bi cama řeng bilexşan hat
bi fîrûzê cela dayê
li min le’la bedexşan hat
ji destê mahê sîmayê
mela:
ji destê şekker amîzan
seraser ẍerqê mestîme
semen bû û dil awîzan
bi reyḧanan ve bestîme
di tořa fitne engîzan
du ejder mest gestîme
mîr:
du řeşmaran v min ber bû
me dil maye di xeyalê da
ku sunbul hat û kerker bû
di ber goşên hilalê da
ji ’eksa saqî enwer bû
şeraba me di peyalê da
mela:
şeraba nabê rummanî
şefeq da ’iqdê perwînê
muselsel maye reyḧanî
xetê nazk li nesrînê
ẍerez şeklê te bû «manî»
ji sûret xanîya çînê
mîr:
misala sûreta çînê
ẍelet «manî» xeta kêşa
ku min dîbû di ayînê
ji ber zulfa duta kêşa
me dîbû şeklê şîrînê
tu ustadan we nakêşa
mela:
ku kêşa katbê ẍeybê
xetê reyḧan li kafûrê
çi ayet bû ji «larîbErebî»ê
řeşandî zulmet û nûrê
di yaqûta me dê mey bê
ji destê wê sifet ḧûrê
mîr:
ji neş’a badeya kasê
bi zat ez ẍerqê ’irfanim
ji wê camê ji wê tasê
sifet kisra û xaqanim
ji mihra ẍemze elmasê
li textê dil suleymanim
mela:
suleymanîme ez dîsa
seḧer hudhud bişaret da
cewab anî ji belqîsa
bi ḧal û suř ’ibaret da
bi can ez xweş kirim ’îsa
dema wî ew işaret da
mîr:
dema ’îsa işaret kir
li min ’ezmên remîm ḧey bûn
dil û canê me ẍaret kir
tinê me’dûm wilaşey bûn
eda lew xweş ’ibaret kir
me hemser muẍnî û ney bûn
mela:
ney û muẍnî me hemřazin
di řemza ayîneya camê
tinê meḧrem ney û sazin
didin bê perde peyẍamê
dinaln bişko û bazin
hezar řeng têne ilhamê
mîr:
hezaran bişkowan deng tê
ji belgên nêrgizên nazk
ji tayê ’er’era şeng tê
giha rûḧa me awazk
meşa serwa bi serzeng tê
bi perwaza xwe şehbazk
mela:
zihî şahîn û şehbazê
bi naz û ẍemze û ẍencan
çi teyẍûn bû di perwazê
we şîrîn dame ber pencan
bi řemza siḧir û i’cazê
birim řêza guhersencan
mîr:
guhersencin di ḧusnê da
du ebrû mislî mîzanê
du şehla bûn di qewsê da
giranser bûn di kêşanê
hilalan goşe çûn pê da
du sunbul řast û çep danê
mela:
du sunbul řast û çep bedrê
muselsel turre tuẍrane
berat û «lîlة alqidirErebî»ê
mela’ik sef girêdane
ji balayê bidin çetrê
li bedrê taze seywane
mîr:
li bedrê katbê ḧusnê
nivîsî ’enberê sara
şirîne ẍalbê ḧusnê
bi nîşana cemal ara
nezer kir talbê ḧusnê
ku dilber dil berê xara
mela:
dilê bit seydê şahînan
yeqîn dê dest jê berdin
bi naz û ’işwe şîrînan
şîrîn dê şehd û şekkerdin
di tořa ’enberîn çînan
ji qudret rûḧ perwerdin
mîr:
bi qudret nuqteya nûrê
ku kiswet bû li nîşanê
di nûra ateşê tûrê
çi şewqek daye perwanê
ji sehba bade ferfûrê
me ateş hate fincanê
mela:
ji wê nûrê ji wî narî
me mûsayî qebes îsa
birû jê řast û çep tarî
bi teyrê dil qefes îsa
bi muhra neqşê cebbarî
ji êgir min nefes îsa
mîr:
ji êgir min nefes hil bû
ji řuxsarê şeb efrûzê
ji bo min ḧellê muşkil bû
bi řemza mu’ciz amûzê
ji nar û nûrê kamil bû
ji berqa wê cehan sûzê
mela:
binê berqa tecellayê
melek hiştin di adem da
ji řemza bejin û balayê
birûskê řastî ’alem da
berata zerfeşan dayê
bi meḧrem muhir û xatem da
mîr:
kesê bê perde meḧrem bit
ne dê bê perde wek ney bê
rebab û çeng hemdem bit
’ibadet mestê bê mey bê
di dest da camê wek cem bit
ji řeng ayîneya ẍeybê
mela:
di vê ayîneyê zanî
ku ḧikmet tête te’lîme
ku ḧerfin taze nûranî
di lewḧê sîne teqwîme
ji bala tûrê insanî
nezer da sa’dê sîme
mîr
şefeq da sîm endamê
ji bala pertewek nûrê
bigir ayîneya camê
ji destê mest û mexmûrê
tu carek guhde peyẍamê
ji nay û ’ûd û tenbûrê
mela:
bi qanûn guhde mizgînê
bizanî da siřa sazan
ji ḧikmet tête tedwînê
bi ’eynî me’neya razan
bi dama ’işwe şîrînê
didit teyrê me perwazan
mîr:
di perwazê huma dengîn
me serda tacê iqbalê
şehê keyxusrew û zengîn
ser’efrazîn di vê ḧalê
li ber pê ’er’era řengîn
me qamet bû şubî dalê
mela:
di řê da xakê dergahim
belê ewwel ji wê xakê
bila bê paye û cahim
me pê çû ferqê eflakê
şikarek der řehê şahim
ji wê bendim di fitrakê
mîr:
giran bendim di bendê da
di qeyda şahê şehbazan
du serpence di zendê da
gehşitin yek şubî bazan
di destê şehlewendê da
bi şahînî û řimbazan
mela:
bi şêran řa ku řimbazim
di řemza qabe qewseynê
bi ’eynî gulşenê řazim
di babê «ḧikimh al’înErebî»ê
mulazim ḧezretê lazim
ḧicab řakit ji mabeynê
mîr:
ji mabeynê bi zat dê çit
ku wasil bit bi meḧbûbî
ne tenha dê sefa jê çit
eger dê mest û meczûb bî
bi tuẍrayek beratê çit
bi muhra emrê mensûbî
mela:
di mensûba wisalê da
bila saḧb meqam bit ew
di ber qewsê hilalê da
ji wê řojê bi cam bit ew
di esrara peyalê da
divê miskîn xitam bit ew
mîr:
xet û xalên di camê da
nişan pê ismê ellahe
di beḧsa zulf û damê da
melaNasnava edebî ya qenc kûtahe
di xetma wê xitamê da
ẍerz mihra şehenşahe
mela:
di xetma sewt û ḧerfê da
ji mûsîqî xeber na’ê
di kelam û neḧu û serfê da
beyan nabî bi inşa’ê
duřa ḧikmet di nutfê da
bi hey’et guhtinê na’ê
mîr:
di iqlîmê suxen xaqan
řewan bexiş û şekerřîzî
ji neyşekker li ewraqan
bi can řa ’enber’amîzî
ji sîmîn sa’d û saqan
bi seḧḧarî guherřîzî
mela:
bi ẍewwasî bi seḧḧarî
te duř anîn ji beḧreynê
ji şi’ra te şeker barî
ji misrê ta bi ẍezneynê
bi diqqetbîn sed eş’arî
dibêjî «tirfih al’înErebî»ê
mîr:
di baẍê lefiz û me’nayê
suxen min «siru azadFarsî»e
ji vê «îmla’Erebî» û inşayê
me lewḧê dil numa sade
ji ḧusnê řewneqek dayê
ku şeyx eḧmed me ustade
mela:
di beḧra qulzuma mîran
bi ẍewwasî guher çînim
di beḧsa şerḧ û tefsîran
tu deryayan we nabînim
ji mîr û begler û çîran
ẍulamê mîr ’imadînimKes