xanê xanan lam’ê necma te her puř nûr bî

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  399 Dîtin
xanê xananNusxeyên din: canê canan lam’ê necma te her puř nûr bî
keştîya bextê te «azFarsî» bayê muxalf dûr bî
kewkeba se’da şeref tal’ di nêv burca te bit
da tinê ji çerxê bela şubhî mehê menzûr bî
encûmê çerxê muḧeddeb her ji zatê tey şerîf
kesbê enwarê bikin ḧetta ku nefxa sûr bî
lew zyaret astanê têt şemsa dewletê
da seḧergahan ji dîdara şerîf puř nûr bî
extera te ji perdeya ẍeybê eger bêtin zuhûr
dê bitin «nisif alinharErebî»e wer şebê deycûr bî
«ayة alkirsîErebî» û «en’amErebî» heykela toxa te bin
bê nihayet puř murad û bê ’eded mensûr bî
her kinarê wergeřînî pêve ’ezim û himmetê
řayeta fetḧê bi nesra «lim yizilErebî» menşûr bî
xeymeta nûra ’inayet zillê memdûdê te bit
sûreyê «em alkitabErebî» madarê ḧezret sûr bî
paşî newşîrwan dibêm dê ḧakmê ’adil tuyî
mislî ḧatem dê bi danê der cehan meşhûr bî
ma cizîrê şubhî darê textê hefit iqlîm bit
hem bi ḧukim û seltenet eskender û feẍfûr bî
mislî cem cama zerîn xalî nebit te ji badeyê
da ji xemra şadmanî da’men mexmûr bî
ma di baẍê ’eyş û nûşê her bi saz û erẍewan
kamran û kam bexiş û dilxiweş û mesrûr bî
çendekî şîrîn piser derbendê dîwana te bin
bendê şapûrê te bin ta xusrew û şapûr bî
hindekî řoj û şevin têk ’îd û «lîl alqidirErebî» bin
cam medam puř bade bit lê ne ji meya engûr bî
şubhetî «ruḧ alqidisErebî» ’erdê tu pê lê daynî
sebze û řeyḧan û nesrîn û gulê menqûr bî
her derê ne’lê feres şubhet buraqî vê kevit
çeşmeyê ḧeywan ji ew ’erdê mubarek fûr bî
ma te ’umrê xizirKes û nûḧKes û mulkê zulqerneyn bitin
gunbeda çerxê mulemme’ her bi te me’mûr bî
xasê teşrîfê te bin derya û derbendê ’ecem
da xelatên her seḧer sed zerkeş û mexmûr bî
ger çi der dîwanê ḧezret puř ḧeqîrîn şubhî mûr
çeşmê te çeşmê suleymanî bi ḧalê mûr bî
ê ne wek go bê ser û pa bêt di benda xidmetê
ma di çewgana te her perkende û meqhûr bî
ma lisanê min du’agûyê li der ḧeq wesfê xan
mezherê sirra kelamî wek direxta tûr bî
her di medḧê te û senayê sîne û qelbê melê
bê tefawit qulzuma puř lu’lu’ê mensûr bî
ji astanê dewletê ẍa’ib nebî carek melaNasnava edebî
da ji fermanê mukerrem dem bi dem me’mûr bî