di dest da yengîyek nûbar min dî ew keman ebrû

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  334 Dîtin
di dest da yengîyek nûbar min dî ew keman ebrû
li bala cedwelek cebbarî têdaNusxeyên din: lêda hemqiran ebrû
ku ḧeq ev ḧerf û xet kêşan li talayê me derwêşan
du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû
te dîdarî te řeftarî, te elmasên şekerbarî
bi ’eynî řê li ser sadErebîan du nûn řeyḧan numan ebrû
«biḧimd alilhErebî» bi fîrûzî li wechê dilberê min dî
ku mahê new nişan min dan li taqê asman ebrû
«ti’alî alilhErebî» nişan dane bi ḧusnê ev neseq dane
ji neqiş û sen’etê ḧeq ev nişan çeşim ev nişan ebrûNusxeyên din: ji neqşê sun’etê san’ li ser çeşman nişan ebrû
ji ře’na nêrgizên şehla mecalê hemqiran bînim
hezar řemz û işaratin ji wan qewsên çevan ebrûNusxeyên din: di nêvê terciman ebrû
melaNasnava edebî dil têk te peykanin ji meḧbûban me nîşanin
kemandarên di ẍeddarin di burca esmeran ebrû