di dest da yengîyek nûbar min dî ew keman ebrû

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  335 views
di dest da yengîyek nûbar min dî ew keman ebrû
li bala cedwelek cebbarî têdaAlternative Versions: lêda hemqiran ebrû
ku ḧeq ev ḧerf û xet kêşan li talayê me derwêşan
du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû
te dîdarî te řeftarî, te elmasên şekerbarî
bi ’eynî řê li ser sadArabican du nûn řeyḧan numan ebrû
«biḧimd alilhArabic» bi fîrûzî li wechê dilberê min dî
ku mahê new nişan min dan li taqê asman ebrû
«ti’alî alilhArabic» nişan dane bi ḧusnê ev neseq dane
ji neqiş û sen’etê ḧeq ev nişan çeşim ev nişan ebrûAlternative Versions: ji neqşê sun’etê san’ li ser çeşman nişan ebrû
ji ře’na nêrgizên şehla mecalê hemqiran bînim
hezar řemz û işaratin ji wan qewsên çevan ebrûAlternative Versions: di nêvê terciman ebrû
melaPen name dil têk te peykanin ji meḧbûban me nîşanin
kemandarên di ẍeddarin di burca esmeran ebrû