min dî seḧer şahê mecer, libsê di ber mexmûr bû

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  457 views
min dî seḧer şahê mecer, libsê di ber mexmûr bû
ew dêm zerî suř muşterî, ya reb perî ya ḧûr bû
ḧûrî weşe şîrîn meşe, kakul řeşeAlternative Versions: şem’a geşe xal ḧebeşe
xalên di qer miskê teter, nazk beşer kafûr bû
nazk letîf gerden zerîfAlternative Versions: xefîf, libsê şerîf kemxe û qedîf
min dî bi wext ew nîk bext, îro li text feẍfûr bû
feẍfûr suře sîma duře, heybet puře, dil kir guře
ew hate meş min çûne heş, dil min ji ’eşqê fûr bû
dil bû kerî zaya berîAlternative Versions: řoja berî, lazim heřî dê ew zerî
min dî gelek ew suř melek, wek meş’elek puř nûr bû
dêm fenere xal ’enbere, bû mawere leb şekkere
ew mey perest meşha û mest, cama di dest ferfûr bû
mey berkefê meşha sefê, sûza defê da qerqefê
ḧusna li dêm wesfan neşêm, her çi dibêm jê dûr bû
da min surûş wer mey binûş, zewq û xurûş lew çûm ji hûş
ji wê ’işweya yar bû xweya, ew ne ji meya engûr bû
min dî bi xwab ew mahtab, da dil kulab cuhtê ẍurab
dil şewwişand xwê lê řeşand, xweş herirşand têk hûr bû
hûr kir cesed qewsê semed, tîr dan kebed dad û meded
cerḧan ji new xûn daye kew, ’işqa me lew meşhûr bû
lew yek neseq min tên sebeq, nûra yeqeq da dil şefeq
şîrîn lebê dêm kewkebêAlternative Versions: ji ber ẍebẍebê wê kewkebê, lê bende bê destûr bû
dilber nezer da min seḧer, xeclîm ji ber lê ew qeder
zanim guwa ew mahřuwaAlternative Versions: derdim dewa bêhin û buwa, wek lu’luwa mensûr bû
paş furqetê zor muḧbetê, m ji tel’etê çûm ḧezretê
wesla ḧebîb min bû nesîb, mel’ûn řeqîb řencûr bû
cama zelal xemra ḧelal, yarê şepal da min bi ḧal
’işqa ẍedar suhtî sitarAlternative Versions: teşbîhî nar, nêv me û yar sed sûr bû
şahê cevîn ẍem jê řevîn, marê şevîn îsand evîn
derd û bela wên çûn hela, ’umrek melaPen name mehcûrAlternative Versions: řencûr
puř min zecir dîtin hecir, ma bû ecir subiḧ û fecir
şem’a me hil bû sed ’emel, minnet me dil mesrûr bû
iḧram me best eswed bi qest, yar hate mest ez çûme dest
cuhtê ḧebeş tîrdan bi weş, ḧecca me xweş mebrûr bû
yar we’de da bi le’lên xwe da, wer ba me daAlternative Versions: derya me da çînAlternative Versions: nav perde da
di sipêdeyê çûm we’deyê, ku ji badeyê mexmûr bû
wê kakulê çînên di lêAlternative Versions: çîn sunbulê, qelbê melêPen name dav dane lê
dava dilan nêv sunbulan, ser sorgulan menqûr bû