daneyên ’enber li nesrînan řeşandin xal xam

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  423 Dîtin
daneyên ’enber li nesrînan řeşandin xal xam
sûsnên nazk li ser xalan çevandin dal dam
ew perî weqtê di sundus da ji qundus bin xuya
bende dê şah û geda bit xusrewê şîrîn kelam
«lîlة alqidirErebî» û beratin zulf û cebhet subḧê ’îd
dêm wekû fesla buharê lê qyamet qedid û qam
her kesê carek dîye ew zinde ma ḧetta ebed
wê nedîtî ew perî řû zindegî lê bit ḧeram
her kesê camê ji destê wê binûşt, nûş bit
ê ji destê wê nenûşî zehir bit lê ew mudam
wan di reqsê da ku dîm awiř peyapey dane min
berq û tîrêjan li dil da cezbeya ’işqê řevam
cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî ḧerf ḧerf
kakulan tata li ser ḧerfan kişandî lam lam
’umreke dûr bûm ji canan ketme benda furqetê
nagehan perde hilanî go melaNasnava edebîyim «alsilamErebî»!