îro ji řemza dêm duřê, minnet ku min mesrûre dil
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
2 Xulek
954 Dîtin
îro ji řemza dêm duřê, minnet ku min mesrûre dil
dilber bi fincana suřê, mey da me û mexmûre dil
řemzek nihîn avêhte dil, mihrî ji batin mêhte dil
şehzadeyê suř rêhte dil, şehkaseya ferfûre dil
hostayê ’işqê dil hevot, ser ta qedem hingî disot
řemza «ena aliḧqErebî» her digot, bawer bikin mensûre dil
dil lê bidit nûra meyê, weqtê sewaş û hey heyê
fehim er bikî weḧya neyê, jê dit xeber me’mûre dil
nûra ji qudret lê du nûn, jêřa dinaln erẍenûn
wer ayeta ’işqê bixûn, xweş nusxeyek mestûre dil
tefsîrê sirra ayetê, ’arf divêtin guh detê
řaza řimûzên qudretê, ger deyn bikîn me’zûre dil
dil ke’beye mewlaye lê, narê kelîm îsaye lê
bangê «ena alilhErebî» daye lê, hem ke’be û hem tûre dil
sed co û sed cobare tê, sed gulşen û gulzare tê
çendan ji ’işqê nare tê, safî nezer dî kûre dil
suḧbet ku kamil bû birê, carek bi cayê ’enberê
qelbê me bavê mecmerê, xweş ’enber û kafûre dil
şox û şepala leb ji qend, ew nazka wê qenc û řend
wê dil ji dil dilda û xwend, îro yeqîn feẍfûre dil
er dil ji te mesrûr bitin, min ji melêNasnava edebî destûr bitin
dê kit cehan puř nûr bitin, lê da’men řencûre dil