şahdê qudsî nişan ḧusne ji řemza ezel
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
1 Xulek
625 Dîtin
şahdê qudsî nişan ḧusne ji řemza ezel
da me bi destê suřê camê meya «lim yizilErebî»
mey ku biçit saẍerê di destê wê dilberê
sûndê bi xalq dixum řoje di burca ḧemel
dêm di camê me dî suř di mudamê me dî
lew me ji meyxaneyê girtîye berder mezel
her ji kevanê bi weş qebze zerê goşeřeş
gezme bi cuhit têne dil kes dimirit bê ecel
ḧusin û suřa sûretê kes didirit qudretê?
lew di esil dûre jê te’neyê «lemّa efelْErebî»
zurbe we têtin ’ereb têk çevandin qeseb
qenc bi çehvan me dî ceng û cidala cemel
şîr û řiman vêkřan pence birin têkřan
lew me dikin jêkřan qîme dikin dil di gel
nazk û qenca şepal dil vegeřînit meḧal
lê ji me dê dil bibit dil bi me dit muḧtemel
neyşeker û dêm duřê da me bi destê suřê
cam û qedeḧ şubhî av lew me řewan tên ẍezel
ger çi bi çeşmê «enaErebî» ’alem melaNasnava edebî kir fena
«dune fena babîkum înّehu ’ebْdu eqelّErebî»