ah ji destê wê suřê

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  573 Dîtin
ah ji destê wê suřêNusxeyên din: min ji ẍema bi sed bela, dil ji meyêNusxeyên din: dil li melê ḧewale kir
her çi li min kirî melaNasnava edebî! camê meya du sale kir
şengê bi nazî meşşihaNusxeyên din: sunbulê zulf ku meşşiha, misk û zebad weşşiha
řû me di bin pîyane hêj, zêde li min delale kirNusxeyên din: pyale kir
çîçek û gul seḧergehan, nesterenên di xergehan
têk ji misk û mawerê, mare xunav û jale kir
dêmî û bisk û xemrîyan, ta û lifên di şetrîyan
mane temam kesk û suhir, bedre li dorê hale kir
dûr kirîn ji sunbulan, çîçek û bişko û gulan
dil ji me řengê bulbulan, şubhetî daẍê lale kir
pîrê muẍan ji şîşeyê, da me sefînekîNusxeyên din: peyaleyek meyê
şukur xudê ku qulzumekNusxeyên din: çeng û defek di hey heyê , min ji xwe řa qebale kir
xizrê di řemz û mu’cizê, mest me dî di dengizêNusxeyên din: du nêrgizê
hat peyaleyek di dest, eşkere sed peyale kir
ẍunçeleba ji řeng gulê, dêmê bi siř numaNusxeyên din: hate li ser serê melêNasnava edebî
şubhetî bulbulan seḧerNusxeyên din: dil herirşandî wê welê , lew me feẍan û nale kir