mibḧis fî tiḧqîq kilam alilh ti’alî

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 6 Xulek  552 Dîtin
eger to biłêy: tenzîl û îtral,
mu’areze û nesix, mazî û îstîqbal,
leberkirdinyan, tîlawetyan,
şineftinyan, kîtabetyan
gişt leser ḧudûs wechî qewîmin
to çilon dełêy: kelam qedîmin?
erçî teqrîrî zûtir kiryage,
saḧîb derk û hoş cwaw diryage
emma terzê tir têrîne ebeyn
bo to «tifsîlaًErebî» teḧqîqî dekeyn:
dełêyn egerçî hîç sîfatî ḧeq
be sîfet mexlûq naşubhê mutłeq
bełê lelay xelq teḧqîqmane
nimûneyan hes, ew nimûnane
bo sîfatî ḧeq řê deden pêman
be «wichu‌mّaErebî» yê me’lûm bin lêman
to hergah bikey qesdî kelamê,
xeberê, emrê, ya îstîfhamê
me’nayêk heye wîcdanî lelat
ẍeyrî ’îlimte û sa’îrî sîfat
be elfazî xot te’bîrî dedey
le gwêy samî’da û zîhnî cêy dekey
bew me’na dełên: kelamî nefsî
ne ’erebîye û ne kurdî û farsî
besîte û waḧîd, ne kem, ne kesîr
qa’îme be zat towe bê teẍîyr
emîçyan kelam toye û lefzîye
mute’eddîde û mutecezzîye
muxtelîf dewê, bełê bê guman
delalet deka lew me’na witman
bê teşbîh kelam nefsî ḧeq wate
ẍeyrî ’îlmye û baqî sîfate
ẍeyre mexlûqe û besît û qa’îm
be zatî ḧeq û, qedîm û da’îm
munafîy lałî û sikût û afet
pak le ḧerf û sewt, berî le kesret
ne ’erebîye û ne suryanîye
ne yonanîye û, ne ’îbranîye
le lewazîmat ḧadîs berîye
le hîç şey’êda ḧulûlî nîye
bew sîfete ḧeq bê ḧudûd û ḧed
mutekellîme ezel ta ebed
berî le wesmet sikûtî sabîq
’erî le tuhmet xamoşîy laḧîq
xoy sîfetêke le kesret dûre
bełê nîsbetî ẍeyre meḧsûre
ḧusnî arezûy numayş dênê
herdem be terzê xoy denwênê
zebûrî nawe le suryanîda
tewratî nawe le ’îbranîda
nîsbet be nezmî ’erebî me’rûf,
be mu’cîzî gişt mu’arîz mewsûf,
kewa be tewatur geyştige laman,
delîlî şer’e û temam eḧkaman,
messî ḧerame lebo muḧdîsan,
hatuwe bo ḧezret, pêy dełên: qur’an
nîsbet be meḧkî be xeber me’lûm
be ẍeyrî meḧkî be înşa mewsûm
emrî pê dełên nîsbet be me’mûr
nîsbet be menhî be nehî mezkûr
«walbaqî kiza bihza alqyasErebî»
her be lîbasê be îsmê bînas
be î’tîbarî em zihûrate
kelamî lefzî û suḧif û tewrate,
zebûre û încîl, qur’anî munzel
mutşabîh, muḧkem, mazî û musteqbel
mekkî û medenî û we’de û we’îde
qesese û eḧkam, emsal, ’eqîde
exbar, emir û nehî, teḧrîm û teḧlîl,
nasîx û mensûx, tesbîḧ û tehlîl
erçî le weḧdet new’î nakewê
te’eddudî şexis û tecezzîy dewê
herçî kutub û suḧfî munzelen
gişt lew sîfete tenya yek pelen
şahîdî sîdqe be bê cerḧ û řed
«linfîd albiḧir qibil an tinifdErebî»
bew hemû lîbas zor ’ecîbewe
bem nîsbetewe û bem terkîbewe
ne kesret deda gerd le weḧdetî
ne terkîb tozê le besatetî
«ḧasil alkilamErebî» wek baqîy eşyan
çwar wicûdî hes bot bikem beyan
yekê ’eynîye û yekê zîhnîye,
yekê lefzîye û yekê xettîye
le ḧidîsîyetî ’eynî bê řenge
ayînekey pak le gerd û jenge
le cîhet wicûd zîhnîye meḧfûz
be lefzî û xettî mektûb û melfûz
lazîmey ḧudûs wek nesix û bedeł
řû em syane deka nek ewweł
lazîmey qîdem be pêçewane
řûy le ewwełe nek lem syane
qur’an weha wezi’ bo lefzî dekirê
bo nefsî dîsan hem dadenrê
lefzî wek nefsî bo ḧeq sîfete
çun leser nefsî «zû delaleةErebî»e
tefawtî beyn heye aşkar
nefsî «balzatErebî»e, ew be î’tîbar
herweha sîfet bo xudan herdû
be «kilam alilhErebî» musemman herdû
le îzafeda ferqyan heye;
îzafey lefzî me’nay emeye:
ke meḧzî te’lîf «ribّ albişirErebî»e
le teseřřûfî mexlûq ewdere
«la kisbe lehim fîhî waktisabErebî
tinzîlّ min al’izîz aluhّabErebî»
îzafey kelam nefsî me’rûfe
îzafey sîfet ebał mewsûfe
ke nefsî û lefzî lêt bû muḧeqqeq
bizan îttîfaq hes bo ehlî ḧeq
lemeda ewweł qedîme û eqdes
cewazî ḧudûs te’liluqî hes
bełê xîlafyan hes le duwemda:
be’zê nes denên weser qîdemda
be’zê tek ewlay bedahet deden
ḧukim be xelqî û ḧudûsî deken
be’zêkîçyan, ḧeq byanbexşê,
dełên le teqdîr ḧidûsîç deşê
ẍayetî edeb řî’ayet bikey
nawî be mexlûq be ḧadîs nebey
nek le dallewe zîhinit lûl bida
nîsbetî ḧudûs be medlûl bida
em hem be qedîm bigre be meḧkem
«û hiza hu alٲsilim alٲqumErebî»
bîna le teqrîr tefsîlî sabîq
naşnewye kelam ezelîy xalîq
îmcar sa zerîf bidwê agahî
manay «simi’tu kilam alilhErebî»y
yanî bihîstim nezmî mu’ellef
dal le kelamî ezelîy eşref
ya famîm kelam ezelîy xuda
le ḧerf û eswat mesmû’e û seda
le herdû sûřet wa dyarî da
bo gişt enbya û mexlûqî dinya
mumkîne kelam ḧeq bişnewîye
texsîsî mûsa be teklîm çîye?
dełêm sema’ê û ew dagye řû
ewe be terîq xerqî ’adet bû
bîla sewt û ḧerf, bîla keyfîyet
her wekû řu’yet řojî qyamet
ya bîstî be ḧerf sewt û sedawe
emma be gişt «’izuErebî» le hemû lawe
ya le yek lawe nek ew seda wê
ke têyda dexił bo masîwa wê
wek tewessutî melek û kîtab
her sêyan be wecih texsîsin ḧîsab
wate teleqîy cîbrîlî emîn
bo weḧîy ḧezret «ribّ al’almînErebî»
weha bû sema’ saḧîb text û tac
bo kelamî ḧeq şewekey mî’rac
«falḧimdu lîlh ’ilî nî’mitîhErebî
xesّe men yişa’ bîmerḧemtîhErebî
sim alsilaةû me’ silam tamّErebî
’ilî alinbîّ û alhî alkiramErebî»