mibḧis alayman waltisdîq bicmî’ alkitubu alsّmawîة

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 4 Xulek  538 Dîtin
eslî salîsman taqî bizane
tesdîqe be cem’ ew kitêbane
be neqşî ḧadîs ’eceb şerefnak
menqûş le řûy saf sefḧey textey pak
ya be elfazî murettebey xoş
be zubanî pak firîştey bê ẍeş
«riḧimةًErebî» xalîq gişt ’alemîyan
nardignî eser be’zê enbyan
sed û çwarin be qewlî meşhûr
to lew ’ededda meyanzan meḧsûr
de eser adem, pencah eser şîs
sî naził bûge eserî îdrîs
de ser îbrahîm sede tewawe
emane her sed suḧufyan nawe
zebûr bo dawud, tewrat bo mûsa
încîl hateser ḧezretî ’îsa
furqan bo ḧezret «sîdalanamErebî»
«’ilîh alsilaة, ’ilîh alsilamErebî»
tesdîqit bwê ke hemû ḧeqin
kelamî qedîm ḧeqî mutłeqin
sîfetî qa’îm be zatî bêřeng
nîyen le qebîl cînsî ḧerf û deng
ne le zîhin û ḧefiz, ne le zwanda
ne le lefiz û gwê ne le beyanda
le hîç kamîda nîye ḧulûlyan
ba lewanîç bê ewe famînyan
ẍeyre mexlûqin be bê řeyb û şek
ne bestey nebyan ne bestey melek
her çîyan têda heye yekserî
hemû řas, le kîzb le xulfin berî
bo texellufî be’zê we’îdat
eger bişnewî heye tewcîhat
meşrût be çend şerit celîye ya xefî
be’zê le şertan dewê muntefî
ya xo muqeyyed be meşî’ete
’ezabî da ’edil, neyda řeḧmete
ya xulf mexsûsî we’de nek we’îd
be neqił û be ’eqił boy heye te’îyd
ya ye’nî: ’asî xo musteḧeqe
be ’ezab, emma ’efwî ḧeq ḧeqe
ya xo înşaye biłê nek xeber
er be xeber bî witman legrew ber
em tewcîhyane be çaktir binas
ke le ’umûmat me’fû mustesnas
bî manî’ hergîz «nisusErebî» lanedey
le zahîr; deşê îḧtyat bikey!
ew mudde’îy meḧiz me’nay batîne
îlḧad û kufrî têda kamîne
ew kesîç ewa hîç tê nafkirê
le hemû her meḧiz zahîrî degrê
teşbîh û tecsîm hełdegîrsênê
le zor quřawî tirda demênê
qa’îl be zahîr degeł îşare
ewe sefwetî diłî dyare
hweydas kemał wesfî ’îrfanî
cîlwey ḧeqîqet esłî îmanî
«tubî lîmin faz bizî alfiza’ilErebî
him ٲhil alfina walbiqa alkamilErebî»
her çî le eḧkam şer’îye dałe
ředdî lê mede; kufir û zelale
muteşabîhyan sîřřî îlahîn
le me’nayanda mexlûqat lahîn
be’zê agahî ḧeq deda pêyan
be’zê lew sîřře keşif deka lêyan
îman bêrane to be giştîyan
bêdeng le me’na û le keyfîyetyan
her wekû witman er dekey te’wîl
baz hem zerîfe îcmal ya tefsîl
le be’zê ayat ew kitêbanda
le lefiz ya le ḧukim ya le herdiwanda
bo xatrî çend fa’îde û ḧîkmet
nesix ca’îze û waqî’e ełbet
be yeqîn le cem’ baqî kitêban
wechî îmtyaz bo qur’an bizan
nasîxe bo gişt; têydaye yeqîn
’îlmî ewwelîn ’îlmî axîrîn
giştî şewî qedir mangî řemezan
le lewḧ hatuwete ewweł asman
lewduwa be wefq mesłeḧetî ḧał
naził bû wext be bîst û sê sał
saḧîbî ayat mufesselate
buzurgitrînî gişt mu’cîzate
em tertîbe wa êste melḧûze
be wefqî tertîb «luḧ alimḧifuzErebî»e
bişnew eger hey be delîl ma’îl
neqlî ḧezretî ’usman û sa’îl
bewtewre bûge le ’ehdî ḧezret
her heye û dewê ta be qyamet
be bê teḧrîf û zyade û nuqsan
bê sehu û ẍełet teẍîyr û nîsyan
temam îns û cîn melek bew dustûr
îcma’ ken mîslî nayerne zuhûr
hemû fuseḧa û buleẍay ’ereb
saḧîb fesaḧe û belaẍey ’eceb
wek ayetêkyan neda ew bîrûn
le mu’arezey hemû ’aciz bûn
em ’aczîçe bewan mulḧeqe
be meḧzî te’sîr qudretî ḧeqe
ya bem sebebe ke řoygese der
řutbey belaẍey le tewqî beşer
ya syaqekey yeksan ẍerîbe
new’êkî bê mîsil yekcar ’ecîbe
ba wicûd terkîbî le ḧerfî hîcas
maddey terkîbî qisey buleẍas
ne nezim û ne nesir, ne wek sec’ane
ne terzî řecez, însan ḧeyrane
labe ’eqîdey kafrî bê pîr
«û qil ٳnih bişîrّ nizîrErebî»
«qulّ min aliḧq firqanّ û fesilErebî
la qulu kahin, la şî’irّ, la hezilErebî»
«la tiquّwilu, we la ٲsatîrErebî
bilil lil’almîn hidî û tizkîrErebî»