mibḧis wisif almila’ikة

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 6 Xulek  739 Dîtin
esłî sanîman le şeş esłekan
baweřkirdine be mela’îkan
be farsî pêyan dełên firîşte
cîsim nûranî û letîf siruşte
pak û bê gunah fermanberdarin
mutî’ bo ferman perwerdigarin
her emrê bika, herçî fermûge
nafermanîyan nawê û nebûge
ew qisey degeł «ribّ al’alimErebî» bû
pirsîn le ḧîkmet xelqî adem bû
ta ḧałî bûn gişt le ḧîkmetî
hîç kam nemênê ’uqdey şubhetî
ne řexne le fî’il «rib al’izةErebî» bû
ne derḧeq adem te’in û ẍeybet bû
’elawey eme tesewur nawê
ẍeybet bo kesê le ’edemda wê
«û ma kan za ricimٲ balzinunErebî»
ḧałî kirdibûn te’lîmî bê çûn
«fima qal mîn lisanî almelekErebî
xalquna min «niḧin» alî «lik»Erebî»
ne tezkîyey nefis ne ’ucbyan bû
tetîmmey teqrîr şubhey xoyan bû
er «melkînîErebî» harût û marût
kes bo î’tîraz nawêsête řût
wer meftûḧe «lamErebî» eme cwabe:
azaryan ’ezab nîye, ’îtabe
qîssey sîḧryan kewa şehîre
merdûdî xidmet cem’ê kesîre
sebeb le înzal be’sî ewanda
sîḧir întîşarî bû lew ewanda
teşxîs bo ’ewam hîç nededrya
saḧîr û nebî ferq nedekirya
«ca’ bazin almilk alminّanErebî
labtila’ alnas ٱy alamtiḧanErebî»
«yu’ilّmanî alnّەاسە alsiḧre keyErebî
yimtaz alirişdu lihim mîn alẍeyّErebî»
mibḧis alablîs
ḧîkayetekeyç diro bizane,
ya xeyr řimûzî qedîmyane
îblîs çun lenaw melekanda bû
le suḧbetyanda xeylêkî pê çû
be teẍlîb nawî be melek birya
îstîsnay le cem’ sacîdan kirya
werne xo «cinّErebî»e ew «alxinasErebî»e
şahîdîçî qewl îbnî ’ebbase
fermûgye cînnin, ew zumreyane
weledyan dewê û îblîs lewane
xisûsen zahîr kelamî barî
«kan min alcinErebî» çak deda yarî
melek nek le terz însan û perîn
le jin û şûyî û zaw û zû berîn
ne nêr, ne mênge, ne saḧêb mindał
bepêy řutbe û ḧał saḧêb peř û bał
bałyan be ayet weha dyare:
dû dûye, sê sê û, çwar çware
bełê pêẍember ke bo mî’rac çû
dîgye cîbre’îl şeşsed bałî bû
gişt leser fî’lî ’ecîb qadirin
le her şikłêda ḧez ken zahîrin
cîbre’îl le şikił duḧyeda dehat
be xidmet ḧezret «’ilîh alsilaةErebî»
zortirin le gişt enwa’î ’alem
«biٲ’idadhim alilh ٲ’ilimErebî»
le mekan û qurb, le mekanetda
le îmtîsalda û le me’rîfetda
le «kilam alilhErebî» wa dewê mefhûm
«likilّe minhim miqam mi’lumErebî»
le asmananda nîye cêy yek pê
îlla melekê ḧazre lewê
be’zê bedewam qa’îm û xaşî’
be’zêkîçyan hemîşe řakî’
be’zê da’îma wa le sicûdda
be’zê le gêcaw beḧrî şihûdda
ẍefłetyan nîye satêk ya demê
xeberyan nîye le hîç ’alemê
çunke bo teblîẍ xeylê la’îqin
wasîtey mabeyn xalîq û xelqin
be’zê meb’ûsin ser new’î xoyan
be’zê ser be’zê le ademîyan
herçî le ’edem hatwê û bête der
firîşteyêkî tayîne leser
be wefqî ferman padşay xebîr
teseřřufatî têdeka û tedbîr
aya semawat aya hesaran
beḧir û tem û hewr, ba û bewr û baran
tik tikî baran, kulû kulûy bewr
teł teł gya û liq gełay dar bewtewr
zemîne kej û deşt temam cemadat
ḧeywanat yekser, hemû nebatat
herçî nemut û tefsîlî dewê
nîye firîştey muwekel newê
bo her ferdêkî fîrqey mu’mînîn
be ḧedîsî pak «xîr alinbîّyinErebî»
seduşest melek ḧafîze yeqîn
«dif’aً laxtitaf rihit alşyatînErebî»
be’zê bo beheşt xezênedare
lenawyanda rîzwan serdare
be’zê xezeney dozex û nare
bo ew desteyçe malîk salare
zebanye yanê: neseqçîy seqer
ya ew xezene witman lemewber
ḧeq fermûgye «tisi’ة ’işerْErebî»
nozde sînfin ya nozde nefer
ḧefeze yanê: ketebey kîram
dû be şew, dû řoj řas û çep meqam
î řas xêrniwîs, î lay çep şerûr
î lay řas emîr, î lay çep me’mûr
dełê: ta hefit sat meyniwîs carê
beł tesbîḧê ka ya îstîẍfarê
î řas çun kerem ḧeq bê payane
çake denwîsê be de çendane
firîştey su’al ’ezabî qebran
çe bo musułman çe bo kafran
dû şexsin nawyan munker û nekîr
ya bo musułman mubeşşîr, beşîr
be’zê ser be’zê heye şerefyan
bełê efzelî gişt mela’îkan
ewanne pêyan dewêjin «xwasّErebî»
ke çwar sînfin degeł çwar eşxas
çwar sînfekan muqeřřebûnin
nizîkî ḧezret bargey bêçûnin
«keřřûbî»n melek ’ezab û nîqmet
«řûḧanî»n melek řeḧmet û nî’met,
ḧemeley ’erşin yanê ewane
’erşî ’ezîmyan her leser şane
emřo çwarin wextî cemale
le qyametda wadey celale
heşt kesin ya heşt sînfî bê şumar
«celّe cilalu alwaḧd alqihّarErebî»
çwar şexsekan yekê cîbre’îl
saḧîbî weḧî û peyẍam û tenzîl
mîka’îl bo qebiz bo bestî zemîn
bo te’îynî řizq bûge be emîn
’îzra’îl bo qebiz řoḧ saḧîb dustûr
îsrafîl saḧîb emrî nefxî sûr
«surErebî»yiç şaxêke fûy deka pêda
be ’eded erwaḧ kunay wa têda
dûcar fûy pêda deka ḧewałe
«bîn alinfixtînErebî» muddey çił sałe
le nefxey ewweł berzan dewn pes
zî řûḧ gişt demirin namênê hîç kes
ke nefxey duwem nakaw seday bê
dûbare hemû gyanyan pêda tê
emma ḧemele û çwar şexsekan
le her dû nefxe ewan mustesnan
demirin û zîndig dewnewe sercem
paştir le ewweł, pêştir le duwem
be’syan wek xełq ber le giştane
mirdinîçyan le dway hemwane
xewasî melek heye fezłyan
weser beşerda sîway enbyan
’ewamî beşer suleḧa û ewlya
fezłî hes weser ’ewamî melekda
’ewamî melek fezłî hes weser
gunehkaranda le fîrqey beşer
«û fî ma bîn alxiwas kilamErebî»
ber nebî û ewan selat û selam