mibḧis alasma’ walّsifat

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 2 Xulek  542 Dîtin
esmay «xalq alarz walfilkErebî»
erçî meşhûrin be hezar û yek,
be şer’îç yekê kem sed mezkûrin,
lakîn wek sîfat ẍeyre meḧsûrin
boç? er esmaye, eger sîfate
menşe’î hemû her kemalate
xo kemalatî xalîqî ekber
ẍeyre meḧsûre û le ẍayet ewder
naygetê hergîz, emrêkî meḧał
be peycey burhan sullemî xeyał
her îsmê ke şer’ îznî nedawê
îtlaqî weser xudada nawê
em qewle muxtar, yekcar zerîfe
pes bînay esma leser tewqîfe;
îtlaq be ’eqłî kê deytiwanê
her «xase»y şer’e edeb bizanê
lelay be’zêkî îtlaq bê tewqîf
le řûy tesmîye nawê nek tewsîf
lelay be’zê tir îtlaq her dewê
eger mûhîmî nala’îq newê
mîsalî mûhîm wek «’arf» bêre
her ga ke wa wê ca’îz medêre
be’zê tirîç hen mezhebyan weye
îtlaq «mitliqaًErebî» cewazî heye
qewlî giştyan saḧîb xelele
herwa ke witman muxtar ewwele
nîza’ê le beyn ’ulemandaye
nek le îtlaqî ’elemandaye
boç? her girohê temaşa dekey
’elemêkî hes be luẍetî xoy
wek lefzî «alilhErebî», wek «xuda» û «yezdan»
sa’îrî e’lam be baqî zwan
’elemî îtlaq ’elemî derbird
le buzirganda kê înkarî kird?
me’lûm bû eme wa îcma’îye
îcma’îç bo îzin şer’î kafîye
ewîçe ke şer’ manî’î ewye
ya xud xeyr manî’ bo muradîfye
wek ewe ke xoy ya ředîfî ew
çiray îznî şer’ boy dage piřtew
bo kesê qise lewêda çîye?
ełbete ewîç cêy nîza’ nîye
bełkû nîza’yan le îsmêkdaye
exiz le wesif û fî’il ḧeq te’alaye
ya boxoy ya bo ředîfî be şer’
warîd nebûge ne îzin û ne men’
herçî ke zahîr pêy warîd dewê
me’nay derḧeqî ḧeq ca’îz newê
wekû «astiwaErebî» û «yidErebî» û «wicihErebî» û «’înErebî»
le me’nay zahîr tenzîhî dekeyn
emcar ya tefwîz dekeyn wek selef
ya te’wîl dekeyn her wekû xelef
mezhebî ewweł ełbet eslime
emma mezhebî duwem e’leme