xelîfey yekem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  359 Dîtin
xisûsen ḧezretî siddîqî ekber
lejêr ałayî dîn serdar û serwer
be tesdîqî nebî dił ta zubanî
minewwer bû be şem’êkî nîhanî
be nîsbet yek ebubekir û peyember
wekû řeng û guł û hem aw û gewher
bînay xaneyî dînî mubîn bû
nîhalî gułşenî sîdiq û yeqîn bû
nedîmî wa nebû bo şahî, «lulakErebî»
le ḧezretya le canbazî bû bêbak
lebo ew serwere wa can fîda bû
le katî pay le zarî ejdeha bû
nesîmî subiḧ her wek mîskî teř bû
be baẍî sîdqya katê guzer bû
le qewlî nakesan gwê megre ey yar
be şu’ley řoj eken îzharî înkar
egerçî nûrî mahî asmanî
be awazî segan nabê zyanî
be mî’racî geyî îxlasî efkar
muxatîb bû be ’etqî xoy le ẍeffar
le baẍî sîdiq û hem gułzarî tewḧîd
gułê bû ta ebed xendan û cawîd
fîday ew kesem ger xoy fîda bû
be dînî eḧmedî zû aşna bû
serim hełnagirim lem astane
be tîrî tane ger bimken nîşane
le eşkî xecłeta wa ẍerqî xwênim
le gułzarî ’umir ser derdehênim