qesîdey nûr

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  572 Dîtin
miḧemmed awêney siřřî îlahî
miḧemmed şem’î zułmatî menahî
le diłsafî ewe awêne ḧeyran
lenaw wêraneye gencîne penhan
çe coşêke le neş’ey camî nûrî
çe bezmêke le mînayî zihûrî
be zahîr şem’î cem’î cumle afaq
be batîn me’neyî bê lefze îtlaq
cîhan awêney nûrî cemalî
diłî her zeřře xurşîdî xeyałî
zubanî qabîlî ḧemdî xudaye
legeł nawî miḧemmed aşnaye
çe nawêke cîhan dêwaneyî ew
çe şem’êke cîhan perwaneyî ew
beharî bê nyazî perde duř bû
şiksitî damenî mewcî guher bû
şewî ḧesret peristan wa seḧer bû
ẍubarî cîlweyî nûrî nezer bû
le derîy miḧebbet mewcî xakî
beder kewt gewherî nawî be pakî
le aẍuşî eḧed mîmê bû coşî
ke bê řengî lîbasî řengî poşî
le mî’racî bika basî zubanim
le ḧesret meḧu ebê fikirim ezanim
kemałî qametî bo cîlwe ara
xiroşî ’alemî mî’rac hełsa
be tofanê ke derya emwac
biłindî ewcî ew bû mewcî mî’rac
xîred ḧeyranî fikirî ’îziz û cahî
tewwehum dewrî terfî baregahî
micewher peykerî bê sayeyî bû
gewahî zatî weḧdet payeyî bû
felek řakî’ be dewrî astanî
melek sacîd be naw û hem nîşanî
le cîlwey berqî em esrarî me’na
dû ’alem buwete yek gułzarî me’na
le her kwê mewkîbî nûrî bika řû
supahî kifir û zułmet zû beser çû
beharî fikirî min ger mewcizen bû
heta damen girîban yek çemen bû
ewend feyzî ezel germî eser bû
henasem ta eda mewcî seḧer bû
xîred te’tîle bo tofanî řazî
le deryayî muḧîtî bê nyazî
ełê yařeb le ’alemda çi şore
nîgah ḧeyranî şu’le û tabî nûre
le dił ta nûkî xamem piř me’anî
mîsalî şwênî řêgey karewanî
nefis cewlanî bo řûyî hewa bû
mîsalî xame me’na jêrî pa bû
be bêbakî me’arîf hênde řoyî
tesewur lem behare řengî řoyî
le qanûnî edeb coşî eda şor
le şem’î me’newî pirtew eda nûr
xiroşî dił le ḧałatî xemoşî
seraser herdû ’alem da’epoşî
firuẍî gewherî esrarî şahî
zihûrî ḧusnî meḧbûbî îlahî
le taqetma nîye ger lê bidem laf
le wesfî badenoşim durd eger saf
lewa me’na le ême neqşî teḧrîr
lewa ḧusin le min perwazî teswîr
bebê sermaye xoy sûdî cîhane
xerîdarî meta’î îns û cane
temenna lem beharey feyzî xermen
gułî sed řengî eçnî piř be damen
«yid alilh fuq ٲyidîhimErebî» ke bû zec
sîfatułła le řuxsarî eda mewc
şepolêkî eda cîlwey gewherî feyz
hemû dunyay epoşî cewherî feyz
xetim cumle xeta ’îczim gewahe
hemû ḧerfim zubanî ’uzirxiwahe
le teḧrîratî wesfî xame ’acîz
serapa perdey ẍefłet bû ḧacîz
hemû nisyan û sehwe neqdî ḧałim
xeta sermaye bû bo înfî’alim
le xwanî bê dirêẍî şahî «lulakErebî»
mîsalî kaseyî sayl no eflak
çe nîsbetîye hemû derya be cudî
çe weznêkî heye cudî be cudî
xiroşî xecłetim lêre beyane
kewa cîsmî le nûrî canî cane
be zatî xoy ke wesfî zatî xoye
lebî qasîr beyan bêhûdegoye
le wesfî mesłeḧet qet’î zubane
xemoşî lêre bo min tercumane
wekû zulfî perêşanî be pêçim
hemû ’alem ezanin min ke hîçim
xuda medḧî bebê zar û zuban kird
le qur’ana le çend cêgey beyan kird
eger řêgem bida lutfî xudayî
min û dergahî alî mistefayî