qesîdey munacat

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  334 Dîtin
îlahî xaksar û ze’îfim
le qudret ’aciz û zar û neḧîfim
le miştê xak me’dûmim ’elamat
wicûdim nefîye zatî toye îsbat
fuẍanim bo heway to şu’le terkîb
xeyał bo ḧîretit ayîne tertîb
weha xurşîdî ḧusinit bê nîqabe
nîgahî şewnimî min mewcî abe
temaşa pêkenînî dê be ḧałim
nîgah şermindey neqşî cemałim
nîşanî min bînay wehme te’mîr
xeyałî min peřî ’enqaye teswîr
dił û neqşî temenna nengî daẍe
ser û şorî teleb ḧeyfî soraẍe
le seḧrayê ke menził bê nîşane
şiksitî min meta’î karewane
senayî ’îzzetit terkî senaye
delîlî hestîye û hestî xetaye
be nîsbet ḧemdî to ’aciz bû îdrak
çe nîsbet xakî tîre û ’alemî pak
serapa sefḧekem xecłet nîgare
be her řengî wicûdim şermezare
eger min xom şitêkim kwa wicûdim
be ’ebdim naw eben min kwa sicûdim
le seḧrayî fena tozê ẍubarim
nefis bo nîstî damî şikarim
eger min emnim kwa qudretî min
ke sergerdane bo to ḧîretî min
wekû saye ’irûc û pestîy min
be xurşîdî to dewran hestîy min
le aẍoşî wîsal û min le to dûr
le dił daẍî cudayî buwete nasûr
şiksitî dił ẍubarêkî hewaye
be ewcî bêxudî destî du’aye
eger teqrîrî metłeb ka zubanim
serapa nusxey sehwe dîwanim
le beynî êmeda hestî ḧîcabe
leser řûy ẍefłetim em perde labe
beser qelbî ḧezînim ke zihûrê
be sefḧey nûrî çawim ke ’ibûrê
nîgahê ke legeł min to bebê min
fena bî min le to ey to hemû min
xiroşî abadî sewda ke serî min
girîbanî cinûn ke peykerî min
be cuz cîlwey to aramî nîye dił
be ẍeyrî řû’î to kamî nîye dił
wekû bilbil ebed naybê tesella
neka bonî gułî baẍî tecella
perêşanim le eḧwałî zebûnim
be cuz dersî cinûn «la ti’limunErebî»m
be destî natewanî û ’îciz û îdrak
girîbanî sebûrî xom ekem çak
bebê řengî eḧed kewtûme derya
be řengî nazî eḧmed dême seḧra
zubanim ger eda ka mutłe’î tir
eka xamem beyanî mesre’î tir