qesîdey tewḧîd

bendî yekem
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 5 Xulek  374 Dîtin
be nawî xuday zemîn û zeman
penahî be zatî emîn û eman
bebê wasîte xalîqî îns û can
bebê kołeke řagrî asman
be kaf û be nûnê bû kafî řeşad
delîl kaf, ha, ya û hem ’eyn û sadErebî
zemanê zemane ke neybû eser
le ’îlim û ’eyan zatî xoy bû beder
be çendîn nezer nazîrî ḧusnî xoy
be çendîn tełeb tałbî řûy xoy
heta siřřî me’na bika aşkar
xeraman le perdey xefa bû dyar
ke wîstî be mecme’ bida fesłî şewq
le bo zatî xoy îsmî dana be zewq
le îsmî ’eyan bû hezaran sîfat
sîfatî ḧemîde le esmayî zat
le kafê numayan bû kewn û mekan
be nûnê bû peyda zemîn û zeman
be gerdoş bû çerxî felek hate kar
be cunbuş bû derya le mewcî kenar
muḧîtî ke xoy pê depoşî nîhan
le her qetreyê mewcê bû ’eyan
le yek zeřřey cîlwey aftab
numayan ebê cunbuşî pêç û tab
le ẍîret newayî biłind saz eka
le xwabî ’edem xełq bêdar eka
le perde sedayê ke îzhar eka
le yek perdey perde demsaz eka
le ’eynî seda ’alemî cîlweger
le em cîlwe bû herçî şor û şerer
hemû zeřře, her yek be new’êkî řeng
le bêřengîy em cîlweye bû be řeng
yekê řengî wergirt le bê řengewe
yekê řengî wergirt le neyřengewe
yekê mat û ḧeyran û yek huşyar
yekê berqerar û yekê bê qerar
yekê mestî hestî û hem kîsrete
yekê mestî meyxaney weḧdete
yekê ’aşîqî sanî’î sîn’ete
yekê ma’îlî alet û ’îllete
yekê talîbî ẍeyre bê çun û çend
yekê ’aşîqî şahî bê çun û çend
ḧîcabêkî zułmatî îmkan le řû
nîqabêke bo řûyî e’yan le tû
hemû ḧepsî meḧsûsî řêga ẍełet
le ’îlim û le ’îrfan serapa ẍełet
meger xoy kesêkî be lutfî ezel
le dest û le pê, hełgirî qeyd û ẍel
necatî le tarîkî mułkî ’edem
bida xoy be berqî le nûrî qîdem
be deryayekî qetre wasîl eka
le yek qetre deryayî ḧasîl eka
eka zeřře qabîlî aftab
eka aftabîş lewa nûr tab
eka muttesîl cuz’î însan be kul
eka xarî řêga seraser be guł
le dił agirî ’eşqî penhan eka
bînay hestî zatî wêran eka
peyapey xełatî eka dem be dem
be řenc û ’ezab û be derd û be ẍem
ẍem û şadî û wesił û dûrî nîgar
hemû neş’ey ’eşqe wa dête kar
le ney nałe û hem le mey şore ’eşq
mîslî şêrî mirda figenî zore ’eşq
qełem hem zuban ’aczî şerḧî ’eşq
xecałet ebim ger bikem medḧî ’eşq
eka qetre awî be ’eynî gewher
le yek qetrey tir bo xelqî beşer
be boney seba û be hewrî setîr
eka řûy gułşen be mîşk û ’ebîr
be meşşatey destî badî yemen
eka şane zulfî ’irûsî çemen
eger pencey qudretî xiste kar
le bergî xezan derdeka sed behar
le aw û giłî ademî sin’etî
eka xoy bebê alet û ’îlletî
le eczayî zahîr le pê takû ser
ezanî ke çon xelqe cinsî beşer
welî ḧîsî me’na ezanê çîye
be ’eqil û be mentîq suraẍî nîye
le zatî beşer çende ḧîsî kemal
muḧeřîk be nûrî sîfatî celal
be zanînî eşya ře’îsêke dił
diłî me’newî na û diłî aw û gił
eda bem diłe her yekê yek xeber
le lems û le dîn û le sem’ û beser
le yek parçe goştî zubanit temam
le esdafî teḧrîke duřî kelam
le dû parçe pêwey dû çawanî to
le perde leser perdeye to be to
ewa xełqe yek zeřře eczay nûr
kewa pêy ebînî hemû şit le dûr
sedayî le her kwêt kewa dête gwê
wekû weḧîye nazanî to dê le kwê
eçêjî mezaqit be zewqî temam
hemû şîrîn û tał û swêrî te’am
be lemsî ke destit le herçî edey
le nerim û řeq û wişk û teř tê degey
emaney witim ḧîsî lefzin hemû
ke me’lûme zahîr be zahîr le tu
welî ḧîssî me’na şitêkî tire
le ’eqił û le ’îlmî to bałatre
le îqlîmî canda ezanî xeber
le kewn û mekanda ebînî eser
be serřişiteyî ’eqłewe muttesîl
le herçî heye masîwa munfesîl
le bazařî kîsret ke kirdî wîda’
le dukanî weḧdet nîye bê meta’
eka ser be zano le xełwet sefer
be menził ega lemḧey bê xeter
îşarey ’urf nefse bo eme
kesê ḧîssî aga bê lem dem deme
binasê kesê nefsî xoy piř sefa
enasê weha zatî pakî xuda
le beḧrî eḧed ẍerqî mewcêke dił
le gułzarî eḧmed ekem bonî guł
le beḧrî fena damenî teř ekem
tiłû’î le yek metłe’î tir ekem