çend terkîbbendêkî tir le ’eşqa

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 5 Xulek  320 Dîtin
ẍubarêkî alûde damanî tom
le gułzarî can xarî bustanî tom
nîgah ta serî zulfî toy řişte bû
le kewneyn cem’im perêşanî tom
le saqî minet nabem îtir le mey
ke mestî dû çawanî fettanî tom
le çawim minet bo nîgahem nabem
be dîdey nîhanîme ḧeyranî tom
be dewranî bałay tome tewaf
wekû tuřře û zulfî pêçanî tom
wekû şewnimî řûyî guł întîzar
lebo subḧî xurşîdî tabanî tom
nîşaney guzergahme xwênî dił
ciger parey tîrî mujganî tom
eger bê wicûdim eger xaksar
ẍułamî sefî badenoşanî tom
eger xadîmim, kafirim herçî hem
xerabî xerabatî mestanî tom
serî kwî to menził û řêgeme
wekû ḧelqe dergahî to cêgeme
bendî duwem
řux û zulfî to subiḧ û şamî mine
nîgah neş’exîzî medamî mine
tecellay ḧusinit le dił bû zihûr
cîhan û dû ’alem be kamî mine
ecoşê mey kifir û dînim le dił
be yadî cemalit le camî mine
hewayê le dîr û ḧerim dî seḧer
le neş’ey medamî dewamî mine
heł’efřî le dił murẍî esrarî ḧeq
huweyda le coşî kelamî mine
le saẍîr eda şu’le mey mîslî şem’
ke perwate gerdoş be camî mine
leber bê nîşanî nîşanim ke bû
telîsmî miḧebbet be namî mine
le gułşen min û saqî û camî mey
muyeser bû dunya be kamî mine
gutim giryey dił be mestî çîye
gutî xendey le’il famî mine
le dił nałe mestaneye her seḧer
wekû gencî weyraneye dête der
bendî sêyem
be yadî to bû mahtabî seḧer
buwe penbey zamî daẍî ciger
çe feyzê bû îmşew le coşî cinûn
xeyałit çe şorê bû bo meẍzî ser
be ḧelqey dû zulifit ke sakîn bû dił
umêdî xełasî nîye bête der
le řêgey miḧebbet xeberdar ebî
kesî leḧzey bû le xoy bê xeber
le xendey lebî le’lî to zewqî dił
le řemzî kelamit bû wa piř şeker
le ẍeyrî to her kes nîgah ka be kes
le ḧusnî se’adet ebê bê xeber
le nałey «ney» û neẍmey «nay»zen
le coşî derûnim řuwanî şeker
eger zewqî ’eşqit neçêjê yekê
le neẍmey ney û bezmî mey bê xeber
şew û řojî yeksane em kîşwere
kewa têkełn aftab û qemer
le îqlîmê ke temawîye řûyî min
le beḧrî fena têkełe cuyî min
bendî çwarem
be tîrî xedeng û be ebroy keman
wicûdim nema ger nebête nîşan
le feyzî nîgahêkî wa meḧremim
le gułzarî can řêm eda baẍewan
le řêy meqsedî ke’bey kuyî yar
nîşanêkî me’lûme bo talîban
le her xetweyê dê sedayî ceres
le řîga le dunbaley karewan
le coşî derûnim şerer ser eka
eme agirî ’eşqe nabê nîhan
le samanî tehî bê serî eymene
le afatî dewran û fîtney zeman
emînim le cerde û le ḧîley dizan
ke feqirim le mała buwe pasewan
be herzanî mekře şerabî ’eqîq
ke pirtew eda neş’e řetłî giran
le deştî cinûn meşqî weḧdet ke
syeh xaney leyl û řêgey řewan
le diłda be tałan çû sebir û şekîb
be dû nergisî çawî cadû firîb
bendî pêncem
le zułmatî şew labdey ger ḧîcab
eda pirtewî şu’ley aftab
be tundî eka dulberim ger xîtab
gehî lutif û gah qehir û gahê ’îtab
weha řenge mujgan be xwênî ciger
mîsalî xene û pencey aftab
le mewcî hewa qetre xałî ke to
be derya ebê muttesîl wek ḧubab
eka men’î qetre le derya hewa
mesel hestî bo weslî dulber ḧîcab
le feyzî ḧizûrî bo ḧusnî edeb
buwe gwê hemû ’uzwî min bo xîtab
wekû şîr û şeker be yek têkełn
’îtabî mîslî qişir û lutfî lubab
çe bezmêke emřo le goşey çemen
be řûy şahîd û saqî û hem şerab
le saẍîr eda pirtewî dem be dem
gehê aftab û gehê mahtab
umêdê mebeste be aw û be xak
girîban meke to le ẍem çak çak
bendî şeşem
eçê nałey min seḧer bo felek
egrîn be eḧwałî zarim melek
diłî zamdarim legeł le’lî to
le her xendey ḧeqîye bîkey nimek
zeřî xalîsim min le ’eşqa eger
bikey îmtîḧanim be řûy miḧek
le sefḧey diłî kîsret asarî xom
be yadî to neqşî řûym kirde ḧek
bebê to eger bimdenê namewê
weray sema taku piştî semek
ekem qîsmetî min legeł to be ’edil
to bo min hemû miłkî kewnetîn «likErebî»
beser şanme barî ’eşqî çe bak
ke lêy ’acîzin şax û erz û felek
be ḧusnî to adem ke bo cîlweger
buwe secdegahî ’imûmî melek
ḧeyatim memate bebê řûy to
kewa bestey awe jînî semek
leser diłme daẍî nîgahî çe daẍ
çiraxane ayîne xaney çiraẍ