tercî’bendî tewḧîd
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
5 Xulek
643 Dîtin
bîsْmî ٱlilّٰhî ٱlireّḧْmeٰnî ٱlireّḧîym
bendî yekem
felek û çerx û mah dewwarin
aftab û sitare seyyarin
mişterî û zuhre û merîx û zuḧel
hemû ḧeyran û gêj û piřkarin
sakînanî le ’alemî melekût
leḧzeyê nasrewn be hawarin
’erş û kursî û ḧamîlanî ’erş
dił be tesdîq û leb be guftarin
em xelaye û feza û herçî hewa
zeřře zeřře hemû be îqrarin
ne’rey ře’d û berq û hewr û hewa
gehê bêkar û gah piř karin
aşnayanî xełwetî weḧdet
şew û řoj lem ḧizûre bêdarin
badenoşanî bezmî meḧfelî ’eşq
le nîgahêkî saqî xummarin
hoşyaranî da’îma bêhoş
xamoşanî ke leb be guftarin
zîkirî tewḧîd eken hemû şew û řoj
xoş ełên her zeman be ezkarin
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylihErebî
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»
bendî duwem
’alemî qudis wa le eflakin
her çî mexlûqê wa leser xakin
enbyakanî pakî hełbijraw
ten leser xak û can le eflakin
ewlyakanî waqîfî esrar
aşnan û leřêy ewa xakin
’aşîqan mestî badeyî ’eşqin
çun le serbazya ke bêbakin
şuhedakanî ẍemzeyî me’şûq
zîndûn gerçî wa lejêr xakin
em biłind hîmmet û řîcalane
le hemû nî’metêkî bêbakin
wêł û mecnûnekanî řûy seḧra
wa le hîcranî yare ẍemnakin
padşah û qelender û derwêş
udebakan ke zor be îdrakin
dûr le kisret le kesbî weḧdetda
ew ’îbadey le ’alema takin
hemû em zîkire qûtî řoḧyane
hemû bem şî’rewe fereḧnakin
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylihErebî
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»
bendî sêyem
xiřgey şînî şew minewwer bû
piř le yaqût û le’il û gewher bû
şu’ley aftab hełgîrsa
meclîsî me’newî mu’etter bû
meḧfelî weḧdete muheyyaye
piř le řoḧanyan seraser bû
mutrîbî me’newî be nałey ney
saqî meclîsîş peyember bû
nefî kîsret be nûrî badekan
nûrî weḧdet le řûy dulber bû
cîlwey ’eşqe em tecellaye
her yekî piř le kasey ser bû
le giřey nûrî cîlwey saqî
ehlî meḧfel wekû semender bû
le ney mutrîb û mey saqî
şa geda bû, geda qelender bû
hemû sermest û bêxûd û meczûb
piř le şorî şerabî eḧmer bû
piř semawate dengî em zîkire
şorşî bo fîza’î ekber bû
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylihErebî
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»
bendî çwarem
gułşen û ba û sebze û gułzar
’er’er û bîd û saxî seru û çinar
semen û yasemen legeł şimşad
narewen hem dirextî sêw û henar
her dirextê ke ḧamîlî ber bû
herçî bêber bû bê gułî esmar
le gełakanî em dirextane
řemzî em şî’reye ke bote şî’ar
«lale tesbîḧî şewnimî le mila»
guł ’ereqřîze xoy beser řûxsar
nergisîş çawî mestî hełhêna
bem kelame le xew debû bêdar
munfe’îl bû benewşe lem qiseda
sunbulîş pêçî mîslî tuřřey yar
ẍunçe bem şî’re bû ke pêdekenî
bulbulîş kewte çehçeh û hawar
tabî em şî’rewe ke giř degirin
pêçî dana felek bixûr û buxar
hemû her mestî saẍîrî weḧdet
hemû bem şî’rewe eken îzkar
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylih
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»
bendî pêncem
le hewa mewcî dawe fewcî tyûr
cunbuşî masyan le mewcî biḧûr
min û meyxane û mey û saqî
wekû mûsa ke mestî cîlwey tûr
mey weḧdet bû saqî lêy nûsî:
le qedeḧ «ayn ribna liẍfurErebî»
menzîlî weḧdete çe ’eşqêke
her şitî ’eksî fîkir dête zihûr
gerçî îxfaye xoy be çawî serit
cîlwey me’newî kemalî zihûr
xaksarî meqamî bałaye
nîstî ḧazrî meqamî bałaye
derke bê derkî bê wicûdî wicûd
pestî mî’racî astanî ẍyûr
eme dîwanî weḧdete nûsra
xettî «la tiqnitiwaErebî» le sefḧey nûr
ḧeşir û mîzan û cennet û dozex
hemû bem şî’rewe ebin mesrûr
ger cwabî melek eda îmřo
pê ełê gwê gire le min le qibûr
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylihErebî
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»
bendî şeşem
min ke bêhoş û mest û ḧeyranim
herçî hem ḧałî xome eyzanim
hoşî bê hoşye ke piř hoşim
kafrî ’eşqim û musłimanim
gah tesbîḧî zuhde eygirê
destî saẍîr girim ke eyzanim
gah le ewcî semay weḧdetda
gah le mewcî bîḧarî ẍufranim
şêt û şeyday ’îşwey saqîm
wa le meyxaneda ke derbanim
’eşqî çî agirêkî qudret bû
ke esûtênê goşt û êsqanim
gah be zincîrî zulfî zennarî
wekû mecnûn û şêxî sen’anim
kifir û dîn řêgeyeke bo metłeb
çun le deyr û ḧerem nîgehbanim
gah sa’îl le dergehî weḧdet
neşrî em şî’re bû le dîwanim
zîkirî em şî’reye eken e’zam
goşt û pêst û zuban û êsqanim
nîye me’bûd ẍeyrî zatî aylihErebî
«wiḧdih la aylih ala alilhErebî»