mustezadî kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  373 Dîtin
her leḧze be şikłê enwênê bitî ’eyyar
peyda û nîhan bû
herdem be lîbasêkî eda pirtewî dîdar
em şoxe ’eyan bû
gahê le serî kuçe û bazařî debînim
dîbay dukan bû
xoy bû le hemû cêge be seřřaf le bazař
neqdî dił û can bû
bem nazewe řûy kirde cîhan gah be nîgahî
bem dîdeyî cadû
tesxîrî ekird cumleyî afaq û hemû şar
bem naze řewan bû
xoy wîstî ke em şore bixate çemen û baẍ
bo bezmî temaşa
xoy bû be guł û bilbil û hem gułşen û gułzar
xoy badî xezan bû
xoy hat û deçû ger le der û gah le her bam
lem perdey mexfî
bêgane sîfet gah gehî meḧremî esrar
bem new’e ’eyan bû
xoy de’wetî mexlûqî le bo darî şifa kird
xoy bû be tebîbî
xoy derd û dewa bû be hemû ’alemî bîmar
şafî dił û can bû
her xoy bû le her cêge ke eyfermû «ana aliḧqErebî»
lem kîswe’î mensûr
mensûr nebû ew kese wa hate ser dar
’alem be guman bû
geh nûḧ, gehê yuns, gehê ’îsa û mûsa
her qeřne be şikłê
metlûbî dû ’alem bû gehê talîbî dîdar
xoy gencî nîhan bû
geh yûsif û geh pîrhen û qasdî ken’an
meḧbûbî dû ’alem
xoy bû be zuleyxa û be em ḧusne xerîdar
xoy te’nezenan bû
her řoje yekê bû be yekê bû ke yekî bû
her care ke emdî
ta ’aqîbet em cîlweye peyda bû ’erebwar
serdarî cîhan bû
em cîlwe bû îlhamî hemû şî’ir û xeyałim
bem badewe mestim
mestaneye «xadîmNasnava edebî» le kelamî meke înkar
esrarî ’eyan bû