xelîfey duwem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  272 Dîtin
le muştaqî ’umer ’umrêke daym
be nawî ew diłim me’lûfe qaym
le neqşî me’newî teḧqîq beyn bû
nigînî xatemî dînî mubîn bû
be nûrî nîsbetî teqdîsî cewher
le beḧrî dîn ’eyan bû mîslî gewher
serayî zułmetî zułmî sitemger
be nûrî ’edlya řoşin bû yekser
be tîẍî cewherî ’edłî cîhangîr
le herla destî fîtne astîngîr
fezîlet bû ’umer geyye meqamî
be zarî ew xuda fermûy kelamî
be nûrî ’eşqî ger dił baxeber bê
ebê cîlwey be daym wek qemer bê
řesûł fermûy zubanî ḧeq zubanî
ẍełet naka ’umer qewl û beyanî
be înkarî xelafet dêne meydan
girohî řafzî bê dîn û îman
fisaney řafzî mel’ûn û gumřah
diroye û hem ẍełet «walilh û balilhErebî»
le katî ’edlya gurg û biz û mêş
hemûyan bûn be xizim û qewm û hem xwêş
le erz û asman te’sîrî wa bû
ketan bo mahtab came û quba bû
le ’ehdey wesfî me’zûre zubanim
biřa taqet le xame û hem beyanim
îmamî sanî û hem ḧamîy dîn
’edałetperwer û hem sîne bê kîn