ḧewt tercî’bend le ewsafî ḧezretî «miḧimd alimistifî»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 7 Xulek  562 Dîtin
nûrî ezelî tel’etî zîbayî miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî sîmayî miḧemmed
«her wek elfî cane sitûnî» dił û dînim
em serwî řewaney qed û bałayî miḧemmed
lecyatî nîşaney qedemî za’îrekanî
piř neqşî cebîne derî ’ulyayî miḧemmed
’îziz û şeref û ḧurmetî dawe be nibuwet
’îziz û şeref û řutbeyî walayî miḧemmed
wek ḧelqey perwîne sefî za’îrî řêgey
eqsamî melek bo şewî esrayî miḧemmed
mîwanî «ٲḧidErebî» «ٲḧimdErebî»e, mîmêke le beyna
lem xełweteda eḧmed û mewlayî miḧemmed
em xełwete, em sefwete, em řeḧmete ya řeb
meqbûle bika herçî temennayî miḧemmed
zułmetgede bû cumle cîhan ’alemî me’na
řoşin bû be yek zeřře tecellayî miḧemmed
bem şî’re eken řeqis û sema cumle melayk
bo řesmî teḧîyat û temaşayî miḧemmed
xadîmNasnava edebî were toş lem dere bem şî’re sema ke
canim be fîday qedî ře’nayî miḧemmed
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî duwem
ey qesrî řîsalet le qidûmî tuwe me’mûr
meşhûrî le naqet le cemałî tuwe meşhûr
efwacî gedayanî derî to hemû şahin
wek xusrew û cemşîd û qubad û key feẍfûr
«wallîlErebî» îşaret be siřřî tuřřey zulifit
«walşimsErebî» kînayet le řuxî ’arîzî piř nûr
qîblem nîye îlla xemî ebroy hîlalit
ke’bem nîye îlla serî kwî tuwe mebrûr
pêş xulqetî adem bû xuda bo to ke nûsî
bo řutbey e’lay řîsalatî to menşûr
şems û qemer û mişterî û zuhre û keywan
tewwafî serî kwî toyane menzûr
her kes le cîhanda ke gunahî wekû kêwe
umêdî řicay toye le axîr debê meẍfûr
enwa’î xelayq, «beşer» û «cinnî» û «melayk»
me’mûre be sełwatî to ta řojî demî sûr
her kes eyewê naylî ’îzzet bê le dinya
ya ehlî se’adet bê le axîr bibê meẍfûr
em şî’re bixiwênê be def û řeqis û semawe
her leḧze, şew û řoj, be şadî bibê mesrûr
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî sêyem
ey xame, le xaney edeba dermeço yekser
lem basî sîfatî xulefayanî peyember
ewweł ebubekirî seddîqe be sedaqet
îmanî muqabîl hemû dunyaye seraser
ew řoje miḧemmed witî min mursel û hadîm
tesdîqî be dił kird zubanîşî zyatir
ew nûrî cemałe û hemû ewsafî kemałe
burhanî sedaqetme cemałêkî minewwer
em pîre munîre ke piřî nûre zemîrî
mewcî wekû deryaye eda cîlwe seraser
em qa’îdî e’laye le paş mursel
..........Teksta ne aşkira
em ’aşîqe, em sadîqe, em kamîle pîre
řeḧmê bike bem řûřeşe ey xalîqî ekber
ew řoje bû em xerqey poşî ke depoşî
lem ’eşqe melayk hemû bem şikłe misewwer
em şî’re bika herçî be ewradî zubanî
ew şexse lejêr sayey ’erşaye meḧşer
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî çwarem
zewqim le xeyałatewe wa piř le şukir bû
zanîm ke diłim ma’îlî ewsafî ’umer bû
lem gułşenî efkare dirextanî me’anî
bem sirwe nesîmey nefsim piř le semer bû
enwarî ’edałet le hemû mułkî cîhanda
şu’ley wekû xurşîdî direxşan û qemer bû
dîwanî me’anî le sîfatî sedefî bû
her sefḧe le me’na wereqî piř le guher bû
ew řoje bîlal ne’rey tewḧîdî eda kird
ałayî miḧemmed deheja ’esrî ’umer bû
bo tirsî demî tîẍî cîhangîrî le afaq
xorakî ’edwî dînî hemû xwênî ciger bû
destêkî qełagîrî hebû, destî qeza bû
şimşêrî cîhangîrî hebû şêrî qeder bû
bem setwetewe fetḧî dekird miłkî hemû řom
ew řoje ke xoy xerqey pînawî leser bû
em setwete, em heybete, em ’edłe ke ew bûy
her hênde ełêm ḧukmî qeza destî qeder bû
bem şî’rewe hatûme sefî bezmî sefawe
bem zîkirewe dił xałî le enwa’î keder bû
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî pêncem
ey xame ḧeya ke le ḧeyay ḧezretî ’usman
gułçîn be, le gułzarî edeb wek gułî řêḧan
bo ehlî se’adet, çe zyabexşe cemałî
bo ehlî nezer, bałî humaye, piřî mujgan
temkînî ewî dî le ḧeya sakîne sîmab
lem ḧîlme ẍezebnakî debête lebî xendan
her ḧîlim û ḧeya û ’îlim û wefayî ke hebû zû
nîwêkî dira ’alem nîwêkî be ’usman
manî’ bû ḧeya seyrî bika qatîlî kêye
ew kate tîlawatî ekird ayey qur’an
lem cêgeye eşkim ke ebû carî le tawa
sefḧem hemû řengîne be sûrî wekû mercan
ebrêkî senîre le semawatî sexada
bedrêkî munîre le semay řastî û eyqan
bem basewe binwaře zuban û dił û teb’im
ẍerqin hemû lem beḧre le emwacî sefadan
yek zeřře le xurşîdî sîfatî ke bû peyda
bem zîkire melayk le «sema»da le semadan
bem şî’rewe řeqsane hemû erz û semawat
bem zîkirewe mestane ekem şîwen û giryan
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî şeşem
ey dił were lem gułşeneda seyr û sefa ke
ey xame etoş zor be edeb řû le wefa ke
binwaře eme basî ’elî şêrî xudaye
bo şahî wîlayet dił û canit be fîda ke
xurşîde le ewcî felek û burcî wîlayet
bo ’îlim û şuca’et le sexada tek û take
’emzadey pêẍembere sułtanî wîlayet
xadîm were toş xot be fîday «alî ’eba» ke
nawî ke ebey hênde be te’zîmewe bîbe
wek taqî biroy pişt û qedî xote dûta ke
em nûrî cemalit bese bo zułmetî řêga
ebroy hîlalîşî be mîḧrabî du’a ke
bem wesfe museffa ke diłî piř kederî xot
saẍîr le mey ’eşqî ’elî piř le sefa ke
basî kerem û ’îlim û wefay nayete teḧrîr
bem basewe meḧfel hemû piř nûr û zya ke
fetiḧ û zeferî ḧeq le yemîn û le yesarî
dujmin le nezerya le we’aTeksta ne aşkira her wekû lake
bem şî’re be şor û tereb û ’eyşe ḧeyatim
xadîm were bo alî ’eba xot be fîda ke
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed
bendî ḧewtem
dû «alî ’eba» herdû le ḧusna ḧeseneynin
şahzadey ’alî neseb û zulkeremeynin
şoxî meke xadîm to le basî ḧeseneyna
dû gewherî şehware le cewfî sedefeynin
bo çawî ’elî û fatîme dû nûrî cîhanbîn
her dû cigerî ḧezretî şahî seqeleynin
aẍoşî peyember bû cêga perwerşî naz
lem baweşî xurşîde ke her dû qemereynin
bo cumle sîfatêkî nebî warîsî ḧeq bûn
herdû ḧesenin saḧêbî xulqî ḧeseneynin
dû misre’î min wek kefî efsûse le tawa
bo naḧeqî xwênî şuhedayan kefeneynin
damanî felek etłesîye êste le giryan
’alem hemû lem ḧesreteda zul’elemeynin
herdû gułî gułzarî nibuwet le nesebda
herdû semerî nazgî baẍî ebeweynin
bo ḧezretî zehra û ’elî nûrî beser bûn
to çakî temaşa ke ełêy ’eynî dû ’eynin
bem şî’rewe şadim ke buwe wîrdî zubanim
bo ’erşî nebî warîsî textî ḧeremeynin
nûrî ezelî tel’etî sîmay miḧemmed
ḧusnî ebedî şewketî zîbayî miḧemmed