fa’îdey se’î û koşiş û xebat

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  359 Dîtin
xebat ke, biřo, bo menził be pê
egerçî řût bî, bê kewş û derpê
bo řêgey meqsûd biřo meweste
geyştine qonaẍ xizim û hem keste
becê memêne le řêgey xebat
destit ekewê lem řêge necat
karwan eřwa, dengî zengî dê
ełê bimgenê, ehlî şar û dê
heta nebînî ezyet û hem řenc
nabînîyewe to ałtûn û hem genc
tenbeł řêwîye û karger çeşnî şêr
destî manduwe leser zigî têr
areqî karger leser řuxsarî
qetrey gewhere le řûy debarî
her kes be new’ê ebê xebat ka
xoy le hejarî heta necat da
ewey ’alîme be ’îlim û ’îrfan
be sin’et bida necatî însan
ewey cahîle ba koł bikêşê
ta be îsraḧet pê řabkêşê