wełamî xadîm bo miḧemmed fîda û fanî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
3 Xulek
554 Dîtin
îmşew le xełwetxaney nîhanî
dûr le bezim û yar bê hawzubanî
ser ulfetî bû be ejnomewe
xeyałim perit bû her le xomewe
ne şewqê le dił, ne coşê le dił
ne perwane û şem’, ne bilbil, ne guł
nîgahî tîj bû tesewur lewla
ḧîret saẍîrî piř mey ehêna
dił le xeyałî coşî guł û muł
mey eřjaye naw mîna be qul qul
ser le coşî şewq bêxudî naz bû
demaẍ hem mestî saẍîrî řaz bû
temaşay meylî gułzarî kê bû?
ẍubar aramî bo řêgay kê bû
dił bêtabî bû bo namey yaran
her etlayewe wek geztey maran
temenna sozî sewday îxbarî
tełeb sergeştey řêbazî yarî
le nakaw seba hênay bo demaẍ
bonî pîrahen bo diłî piř daẍ
kułbey eḧzanî bo kirdime gułzar
řûnakî daye çawî întîzar
namey ’enberîn, şemamey melîḧ
wird û piř me’na belîẍ û fesîḧ
werim girt be şewq be destî te’zîm
le siřiř û me’nay werim girt te’lîm
le lefiz û me’na û esrarî wirdî
fesîḧ û belîẍ wek ebî werdî
lelayen biray ’ezîzim fanîKes
nûsrawî cwanî wek neqşî manî
kulbey eḧzanim zułmetistan bû
le nakaw ke dîm yusfistan bû
çend şî’rêkim dî le wesfî muxlîs
em gence dûre le pyawî muflîs
ḧusnî nîyete ewey fermûte
we’îlla min çî û em taq û cûte
diłit awêney esrarî nûre
le jeng û tozî ḧadîse dûre
zemîrit řoşin şem’î şewanit
bo fikirî wird û qisey cwanit
le her şepolê be çeşnî derya
bo toy derdexa gewherî me’na
serî piř hoşt xezêney xeyał
tacî «kirminaErebî» bo ewe ḧełał
şukirî xwam heye bo fanîKes û fîdaKes
řazî bûn be min bûne aşna
fexre be her sê bûme aşna
le deryay ’îlmyan ta bikem sena
zihnyan be wirdî xettê bikêşê
tîjî me’lûme mû eqłêşê
řazî bûn bewe ta bêne yanem
yaney řûxaw û sed car wêranem
qedem řence ken be kaşaney dił
bem gence şad bê ta wêraney dił
teḧeyyûr metłeb lem arezûyem
tepîden ḧasił lem custucoyem
le kam xełwete řê bo wîsaltan
le çi awêney dyare cemaltan
dił bo dîtnitan zor le xiroşe
ciger bem agire her wa le coşe
bê qerare dił, her wa wek mecnûn
kasey îxtyar buwe seringûn
temenna cîlwey řazî êweye
temaşa neẍmey sazî êweye
fermûte cîhan her xewne û xeyał
boye diłbestey nîn ehlî kemał
zahîr hengiwîne meges le dewrey
nêşî ledwaye em noşe gewrey
emřo wehaye lay ehlî webał
ke małî nebê, kes naybê kemał
min wa ebînî ḧusnî zennî to
we’îlla le xar çon guł eçnî to
lay ehlî kemał zanist kemałe
nezan hîç nîye çend xawan małe
edeb perwerdey edîbî kurdim
«xadîmNasnava edebî»y ehlî zanist û wirdim