guftugoy bawik û kuřêk

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  429 Dîtin
wełamî kuř
..........Teksta ne aşkira
le ’uşret ẍafłî bezmî ḧerîfanit nedîwe
le coşî badenoşî destî saqî bê xeber bûy
seday ’ûdî mutrîb bezmî mestanit nedîwe
le bezmî mutrîb û saqî mey û ney hem le layê
le layê naz û ’îşwey nazenînanit nedîwe
le destî gułřuxan qet saẍîrî badet nenoşî
le layê şoxî çawî ẍezalanit nedîwe
le ẍemzey çawî mestî diłberan hem ẍamlî to
le mujganî xedengî tîre baranit nedîwe
le baẍî ’eşq eto bonî gułêkit qet nekirduwe
le gułzarî miḧebbet yusfistanit nedîwe
le ẍefłetda be zay’ çû hemû ’umrî ’ezîzit
perêşanî kewa zulfî perêşanit nedîwe
wełamî bawik
etoy ẍafił ’ezîzim małî wêranit nedîwe
le her la wêł û sergerdanî şaranit nedîwe
biłê min bangî noşanoşî yaranim nedîwe
etoş kołî giranit qet leser şanit nedîwe
le coşî germeyî hawîn kirêkarît nekirduwe
sepanî û ezyetî deşt û byabanit nedîwe
le řût û qûtî mindał û ’eyal to bêxeber bûy
le serma girye û hawarî tîflanit nedîwe
le layê girye û hawarî tîflan ba bimênê
le layê sifrey bê çêşt û nanit nedîwe
le sifrey bê te’am û małî bê baraş ezanî
’ezabî xanexwêyî û hatî mîwanit nedîwe
ełêy zulfî perêşanit nedîwe řaste waye
etoş binwaře xot ḧałî perêşanit nedîwe