ḧeqîqetî me’nay jyanî beşer

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  386 Dîtin
jyanî beşer ’îlim û ’îrfane
dûr le sîfatî jînî ḧeywane
kesê nezanê me’nay jyanî
ebê pêy biłêy eto ḧeywanî
jyanî bê ’îlim hemû her jane
manî ew kese her wek nemane
lazme însan serfî jyanî
bika bo çake zor çak bizanî
«wilqid kirminaErebî» nessî qur’ane
em keramete her bo însane
kirdar û guftar cwan û şîrîn bî
bo zewqî her kes wekû hengiwîn bî
hîç kes le dest û hem le zubanî
zerer nebînî û ezyet nezanî
çî boxoy bwê le çake û îḧsan
eweşî bwê bo ferdî însan